KomxebatNûçeSlide

Di Komxebateke li Bajarê Kobanê de Rêbazên bidawîkirina xwekuştinê hat nîqaşkirin

Mala Jin, Rêxistina Sara û Meclîsa Dad’ê, li bajarê Kobanê komxebatek ji bo Pirsgirîkên li hemberî Jinan û rêbazên bidawîkirina xwekuştinan li darxist.

Komxebat bi beşdariya bi dehan Jinan ve li navenda cihê lihevanîna pirgirîkan a Bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Di Dîwana Komxebatê de Rêveberîya Mala Jin Nesrê Derwîş û Hevseroka Meclîsa Edelatê a Herema Firatê Rewşen Haçim, Rêveberîya Rêxistina El Sara Kamlê Elî û Rêveberîya Rêxistina El Sara Semîre Ehmed, cîh girtin.

Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangorîyên Azadiyê, Rêveberîya Mala Jin Nesrê Derwîş danasîna Kar û xebatên mala Jin û rêbazên wê ê Çareseriyê kir.

Piştre belgeya Encumena Edaletê Ji aliyê Hevseroka Encumena Edaletê ya Herêma Firatê Rewşen Haçim ve hate xwendin.

Piştî belgeya Encumena Adaletê, xebata Rêxistina El Sara ji aliyê Rêveberiya Rêxistina El Sara Semira Ahmed ve hat danasîn. Her wiha Rêveberiya Rêxistina El Sara Kemile Elî jî rêbazên pêşgirtina pirsgirîkên li Hemberî Jinan anîn ziman û balkişande ser girîngiya bihêzkirina rola jinan di rêvebirina guherîna civakî, pêkanîna rêgezên tevkariyê di biryardayînê de.

Her wiha beşdarwanan jî nîqaşên kur li ser xwekuştinê, pir zewacî, getilkirin û cûdkariya zayendî û zayendparêziya civakî hatin kirin û alternatîfên çareseriyê hatin pêşxistin.

Duvre li ser Nîqaş û Pêşniyarên hatini diyarkirin de Encamname hat lidarxistin ku Encamnameya ji aliyê Rêveberiya Mala Jin Nesrê Derwîş hate xwendin wiha ye:

1- pêkanîna zagona malbatê li seranserî bakur û rojhilatê suriye

2- di derbarê pêsîlêgirtina  madeyên hişbirê û şantaja elktronî organisekirina semîneran

3- di derbarê rêziknameya mala jin û aktifkirina rola jin di civakêde  û pergala komînan

4- kesên pêwistiya xwe bi alikariya dermankirina derûnî heye li navendên tiba derûnî bên destekdayîn

5- ji bo ku ji bi awayek zana pirsgirêkên ku pêre rû bi rû tê çareser bike ,  ev erk dikeve ser saziya mala jin û rêxistina sara

6- di derbarê zirar û ziyanê madeyên hişbirê  li ser mirovan û ji bo pêşîlêgirtina serî li rêbazên xwekuştinê belavkirina broşuran

7- ji bo pêşîlêgirtina diyardeya xwekuştinê pêdivì pê hat dîtin ku aliyê  meclisa gelan a bakur û rojhilatê suriyê  de zagon bên dayîn

8- di dibistan û zanîngehan de wane semîr ji bo desteka derûnî bêne dayîn

9- şopandina rewşa jinên ku cara yekê serî li rêbazên xwekuştinê didin

10- şopandina rewşa jinan ku bi sedemê cuda di girtîgehan de ne.

Komxebat bi durişmeyên ‘B Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button