DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Em ê di her kêliya tekoşîna xwe a Netewa Demokratîk de Mîrateya Şehîd Nureddîn Sofî biparêzin

Kongra Star fermandar û têkoşerê navdar Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Baxtiyar Gabar daxiyaniyekê bi bîr anî û teqez kir ku ewê di her kêliya tekoşîna xwe de mîrateya Şehîd Nuretin Sofî biparêzin.

Kongra Star: Em ê di her kêliya tekoşîna xwe a Netewa Demokratîk de Mîrateya Şehîd Nureddîn Sofî biparêzin

Kongra Star fermandar û têkoşerê navdar Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Baxtiyar Gabar daxiyaniyekê bi bîr anî û teqez kir ku ewê di her kêliya tekoşîna xwe de mîrateya Şehîd Nureddin Sofî biparêzin.

Hêz û partiyên Kurd fermandarê navdar Nûreddîn Sofî ku di 6’ê Nîsana 2021’an de di êrişeke hewayî de li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Ûrfa 4’ê Mijdara 2019’an di erîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ku bi rêbaza sevkvaniyê kir, şehîd bû. Bahtiyar Gabar ji 6’ê Nîsan’a 2021’an de li Herema Garê Şehîd bû.

Di daxiyaniyê de hate gotin: “Tekoşîna xwe ya 32 salan da meşekî bê hempa bi fikir û felsefeya azadiya mirovatî bi zanista sosyalîzmê da meşandin. Di her keliya jiyanê da ji bona bikaribe xwe biafrîne nefes bi nefes şerkir. Her kû xwe afirand bi xwe ra civakê xwe gelê xwe afirand. Bi zanista ‘’ê kû tê darizandin ne şaxse civake, ne keliye dîroke’’ tim û dayîm xwest bibe rêhevalê rast bîrdoziya azadiya jin. Afirandina kesayeta netewî heval Sofî Nureddîn numûneya felsefeya Rêber APO ye.

Daxiyaniyê teqezkir ku Nureddîn Sofî ji despêka projeya Rêveberiya xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê suriy “Li Rojava’yê Kurdistan’ê bi helwestê xwe yê welatparêz destpê kir bû şervan, bû fermandarê gelê Kurd. Di rastiya keseyatê xwe da nasnameya her çar parça Kurdistan’ê hewand. Zarok ra zarok, mezin ram ezin, civan ra civan. Pêwîst kir bi seatan bê ravestan mijul bû. Her tim xwe beramberê gelê xwe berpirsiyar û deyndar dît. Kesayetekî taybetmendiya nasnameya gelemperî bû. Nişaneya welatpareziya xeta netewa demokratîk û nasnameya hilgirtina her çar parça Kurdistan’ê bû. Pêşengtiya şoreşa jin ya 19 Tîrmehê bû.

Daxiyaniyê wiha domkir: “Pergala hişmendiya cîha dîst ya DAÎŞ’ê bi zanista modernîteya demokratîk tekbir. Em ew kesin kû gûh didin dengê azadiyê û wekheviyê; şopên wan kesên kû oxira jiyana adalet, aşitî û konfederalîzma demokratîk da meşiyane silav dikin. tewahî jiyana xwe yê şoreşgerî bê kû tavîzan li ser nirxên kû bawer dike bide, keda rumetê ji bona biratiya gelan û parastina civaka demokratîk daye wê bibe ronahiya jiyana me.

Ew, ne tene çîroka fedakariyê ye, heman demê jiyana xwe ya hûndirîn da vîna xwe her tim nûda afirandinê serxistibû. Hevaltiya wê, wekheviya zayendan ne tene gotin da, hemu qadê jiyanê xwe da hewildana pêkanînê ra wate kezenç kir. Azadiya jin bingeha azadiya civakê hesiband. Qalibê zilamtiyê ku hatiye ferzkirin bi lêpirsîn kirinê re xwe bi wê zanistê ra guherand. Jiyana wê, nîşan da kû çawa dikare pirekî di nav gûherîna xwe û gûherîna civakê de were avakirin. Wêrektiya wê, ne tenê rojê teng da berxwedayî ne; heman demê ji kemasiyên xwe fêrbuyîn, di heqîqatê xwe da gerîn û riya kû hevdû ra tê meşandin avakirin bû ji bona wê.

Daxiyaniyê Şehîd Nureddîn Sofî, Koçero Urfa û Baxtiyar Gabar bi bîranî, sersaxî ji Gelên Kurdistanê û gelên azadixwaz xwest û soza li ser şopa wan bilindkirina tekoşîna xxwedawendiyêda û wiha bi dawî kir: “Ji Em di şêxsê fermandar Ş.Sofî Nureddîn, Koçero Urfa, Baxtiyar Gabar û hemû şehîdên şoreşê da soz didin kû; mîrasê wan ji xwe ra bikin riya esasî ya meşa adalet, aşitî, azadî û wekheviya zayendan bi zanista çanda xwedawendîtiyê tekoşînê bilind bikin. Ji ber kû em dizanin kû şaxsiyetên azad nebin civakê azad jî nabin, bê jin pêşerojê azad jî nayê avakirin. Ew fermandar, pêşengê modelê netewa demokratîk bû, kevira reyên netewê demokrtatîk neqişand. Em jî wek kongre-Star her keliyê tekoşînê xwe ya netewa demokratîk da bibin şopdare wê. Carekî din soz didin; di her xebatê xwe yê serkeftî da bibin bersiva keda şehîdan. Li ser wan bingehan malbatê Ş.Sofî Nureddîn, Koçero Urfa û Baxtiyar Gabar sersaxî dixwezin. Bilind kirina tekoşînê ra buyîna bersiva tevahî şehîdên xwe ji xwe ra esas bigrin.

Related Articles

Back to top button