
Komxebat bi beşdariya bi dehan Jin û Mêr’an ve li navenda Çand û Hûnerê a Baqî Xido ya Bajarê Sirîn hat lidarxistin.
Di Dîwana Komxebatê de Rêveberîyên Kongra Star a Bajarê Sirîn Yusra Ibrahîm Xelîl û Muna Ehmed û Rêveberîya Desteya jin ya Bajarê Sirîn Nehla Hesan cihê xwa girtin.
Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangorîyên Azadiyê, ji aliyê Rêveberîya Kongra Star ya Bajarê Sirîn Muna Ehmed pirsgirîkên li hemberî Jinan anî ziman û diyar kir ku Bi armanca lawazkirina civakê tundî li dijî jinan tê kirin ku Jin ji ber zextên hişmendiya Mêrserwer, şert û mercên dijwar ên Jiyanî ve rû bi rû tên. Wê destnîşan kir ku ev yek bandorên wêranker li ser malbat û tevahiya civakê dike.
Pîştre Rêveberîya Kongra Star Yusra Ibrahim Xelîl li ser çareserîyên xwakuştinê anî ziman û got: Polîtîkayên ku jinan asê dikin, xizmetê ji pergala serdestiya Mêran re ferz dike. Çareserî xwe rêxistinkirine ku Her rêxistinbûnek Jinan jiyanekê xilas dike.
Pîştre ji aliyê Rêveberîya Destaya jin ya Bajarê Sirîn’ê Nehla Hesan jî got: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li hemberî Jinan divê em Jin ji komîn û meclisan bigirin heta Rêveber û desteyan rêxistina xwe xurt bikin.”
komxebat bi durişmeyan bi dawî bû.




