Ji Kongra Star Li Diji Biryara Darvekirina Şerîfe Mihemedî Bang: Jinên Dilê wan ji bo Azadiyê lê dixe Bikevin nava Tevgerê
Kongra Star bi Daxiyaniyekê Biryara Darvekirina Şerîfe Mihemedî Şermezarkir û bang li Tevahî Rêxistinên Jinan û Gelan kir ku li dijî pergala mêrdewlet, zayendperest helwestê xwe diyar bikin û bikevin nava tevgerê de.

Hejayê Gotinêye ku Aktivîst û kedkara mafê jinan û karkeran Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiyê ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Çileya 2023’yan de bi hinceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû Betal kirin. Di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Serokê 2’yemîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatibû pejirandin. 39’yemîn Şaxa Dadgeha Bilind ku berê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ji ber kêmaniyên cûda betal kirî, vê carê ceza erê kiriye.
Di daxiyaniyê de hate gotin: “Pergala zayendperest rejîma iranê di her tengasiya ku jiyan dike de serî li rêbazê zext, eşkence, darvekirinan dide. Ev pêkanîn li ser jinên berxwedêr zêdetir tê kirin. Jina berxwedêr şerife muhammedî jî yêk ji wan jinane ku ji bo îraneke demokratîk têkoşîn dikir. Lê belê rejîma îranê tehemmula wê nekir û 4’ê Çileya 2023’an de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ji mala wê hate girtin û binçav kirin. 9’ê Hizîran 2024’an de rûniştina yêkemîn hate kirin û 4’ê Tîrmeh’ê cezayê darvekirinê lê hate birîn.”
Daxiyaniyê biryara darvekirinê a li ser Şerîfe Mihemedî bi tundî şermizarkir û got: “Pergala dagirker a İran’ê îro cezayê darvekirinê ê Şerîfe Muhammedî erê kir. Weke rêxistina Kongra Star em vê biryara rejîma dijminê jinê bi tundî şermezar dikin. Rejîma îranê a molla, êrîşên herî mezin li ser jina serhildêr dike. Taybet jî piştî serhildana jin jiyan azadî ev êrîş hîn mezintir bûne. Ji berku jin di sala 2022’an de bi vê sloganê daketin qadan û têkoşîna azadiyê mezin kirin. Rejîma İranê ev têkoşîna jinan ji xwere weke êrîşekê û tehdîdekê dibîne. Ji ber vê yêke jî hemû hêza xwe ji bo ku dengê jinê bifetisîne dişuxulîne.”
Daxiyaniyê diyarkir ku ger Rejîma Îranê Mafê Jin û Gelan Nasneke wê wê xwe ji tunekirinê xilasneke û wiha domkir: “Siyaseta ku vê dawiyê li ser îranê hatî pêkanîn jî dide nîşandan ku eger rejîma îranê demokrasiyê di hindirê xwede pêkneyne, mafê jinan, gelan nasneke ewê bi hilweşandinê re rûbirû bimîne. Tenê ya ku rejîma molla xelas bike ji hilweşandinê azadiya jin naskirin, îradeya gelan esas girtine. Îro ev cezayê li ser Şerîfe Muhammedî hatî birîn lewaziya rejîma îranê dide xuyakirin. Rejîma îranê di nava tengasiyeke mezindeye û ji bo ku dengê cudahiyan qut bike serî li van rêbazan dide. Lê bila rejîma îranê bizanîbe ku tu caran dengê jinê ji aliyê tu desthilatan ve bi van awayan nehatiye qutkirin. berovajî Têkoşîn hîn mezintir û berfirehtir bûye.”
Daxiyaniyê bang Ji tevahî rêxistinên Jinan kir ku li dijî rejîma Îranê bisekinin û denge xwe bigihînin Gîrtîgehan û wiha bi dawî kir: “Weke Kongra Star emê heta dawî li dijî van êrîşên li ser jinê bisekinin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî îlhameke mezin daye me û li ser vê wateyê jî emê piştgiriya xwe ji bo jinên berxwedêr ên İran û Rojhilatê Kurdistanê mezin bikin. Li ser vê esasê em bang li hemû rêxistinên jinan ên ku dibêjin em li dijî pergala mêrdewlet, zayendperest û olperestiyêne dikin ku li dijî van kiryarên rejîma molla bibiryar bisekinin. Em dengê xwe bigihinin zindana evîn, qerçex, lakan, kehrizek û ji girtiyanre bibin henaseyek.”



