Pêngava 15’ê Tebaxê , Bîranîna Şehîdên Serdemê . Rêheval Mahsûm korqmaz û Nuredîn Sofî
Têkildarî pêngava 15'ê Tebaxê , Yekîtiya Partiya Demokaratîk û Kongra Star a li Lubnanê ji bo pîranîna şehîdên serdemê herwiha ji bo bîranîna fermandar Nuredîn Sofî û rêhevalên wî Koçer Urfa û Bextyar Gabar yên ku li deverên cuda di salên dawî de gihiştin asta şehadetê , merasîmek bi heybet hat lidarxistin

Merasîm bi deqeyeke rêzgrtin li ser giyanê şehîdan destpêkir .
Bi sedan kes ji bo bîranîna şehîdên serdemê beşdarî merasîmê bûn bi taybet malbatên şehîdan ên ku ji bo jiyaneke azad û bi rûmet canê xwe feda kirin bûn.
Herwiha ji pêkhateyên Ereb Ermen û Suryanên Lubnanê jî tevlî merasîmê bûn.
Piştî deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina li ser rihê şehîdan, di vê boneyê de çend axaftin hatin kirin. Rêvebira Komîteya Têkilî û Hevpeymanên Demokratîk a Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Emîna Osê,û endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk li Lubnanê,Ezrî Efrîn, axivîn. Peyamên pîrozbahiyê û axaftin û peyamên sersaxiyê ji aliyê dostên gelê Kurd li Lubnanê ve jî hatin xwendin.
Emîna Osê axaftina xwe bi bîranîna şehîd Egîd, Nûreddîn Sofî, Koço Urfa û Bextiyar Gabar dest pê kir, soza xwe ya ji bo pêkanîna xwestek û armancên wan ên giranbuha ku wan canê xwe ji bo wê feda kirine, nû kir.
Emîne di axaftina xwe de encamên gava 15ê Tebaxê û pêşketinên dawî li Rojhilata Navîn bi giştî, û li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî da eşkere kirin .
her wiha di berdewamiya axaftinan de Arzî Efrîn, di dorê de, li ser pêşketinên siyasî yên dawî li Sûriye û Rojava axivî, û tekez kir ku pêwîst e bi berfirehî wan bişopînin da ku piştgiriyê bidin gelê me û di vê qadê de hişmendiya dozê bidin pêş.
Di merasîma bîranînê de birêz Yasir Sofî xwarziyê Fetmandar Nuredîn Sofî ye axivî.
Yasir Sofî rola sereke ya Fermandar Nuredîn sofî a di avakirina mekanîzmayên xweparastinê de ku di destpêka şoreşa rojava de rola xwe lîst ta ku rê li ber avakirina Hêzên Sûrya Demokaratîk vekir ve anî ziman.
Herwiha balkişand ser qurbanî û bedelên giran yên ku bûn sedem ku doza Kurdî li Sûriyê bêhtir bi cih were kir.
Yasir Sofî di dewama axaftina xwe de got ku berxwedaniya ku hate kirin bû çavkaniya îlhamê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê çi ji aliyê xweparastinê çi jî yekrêziya li dijî êrîş û zextên ku tevahî gelê Sûriyê lê rast hat.
Di dawiyê de jî ji bo avakirina civakek demokratîk li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk û nirxên jiyana hevbeş,banga aşitî û aramiyê hate kirin .




