DaxuyanîNûçeSlide

Jinên Ereb li Holê Doza “Mafê Hêviyê” û Azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Öcalan dikin.

Jinên li Nafçeya Holê daxwaza mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan kir. Jinan bi daxuniyekê banga domandina çalakiyan kir, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Li ser banga Kongra Star, bi dehan jinên ji bajarê Holê yê kantona Cizîrê li ber meclisa bajêr kom bûn. Jinan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin û dirûşmên ji bo azadiya wî ya fîzîkê qîr kirin.

Di çalakiyê de, endama Kongra Star Nûr Xelîl daxuyaniyek xwend. Di daxuniyaiyê de hat gotin: “Em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin, ji ber ku ramana azad nayê girtin. Mafê hêviyê yek ji mafên yasayî û navneteweyî ye ku divê hemû girtî jê sûdê wergirin.”

Nûr Xelîl her wiha got: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadiya Rêber Abdullah Ocalan wekî mijarek mirovî û siyasî dibînin, ji ber ku ew sembola aştî, demokrasî û mafên jinan li herêmê ye. Tecrîda berdewam a li ser wî êrişek rasterast li ser nirxên edalet û wekheviyê ye ku wî ji bo wan şer kiriye.”

Di dawiya daxuyaniyê de Nûr Xelîl li ser navê jinên Holê bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirkiyeyê bikin da ku erkên xwe yên yasayî bicîh bîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bipejirîne.

Çalakî bi dirûşmên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin, bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button