
Nêzî 600 jin di Konferansê de beşdar bûn, jinên ku hazir bibûn ji hemû pêhate û gelek olan tevlî bibûn, mîna Kurd ,Ereb Suryan,Ermen ,Aşûrî, Durzî û Elewî û jinên ji Ola Êzîdî bûn.
Giringiya wê ji bo hevgirtina jinan bi hev re , guftugoyên wan, jin nerînên xwe bînin ba hevdû,pêşinyarên xwe bi hevre bikin yek, êş û azarên xwe bi hev re parve bikin Konferans ji bo vê pir giring bû .
Ya din jî ji bo jin cihê xwe di Sûryekî nû de bigire, mafê xwe di Sûry nû de misoger bike ev konferansa gaveke bingehîn bû.
Tiştê ku herî zêde balkêş bû û derket pêş ew bû ku êşên jinan hemî yek in.
Êşên jinên li Siweyda, Beravê û bakur û rojhilatê Sûryê li tevahiya cîhanê yek in , çi ji civakî , siyasî û aborî be .
Ji binpêkirina mafê jinan bigre ta tecawizkirin û kuştina wan hemû êş wek hev bûn,li kêleka wê em dikarin bêjin ku , di şoreşê de jinan gelek berdêl dan, jinên ku rastî tecawizkirinê hatin,yên hatin revandin, herwiha di bin zextê deku mafên wan hatin xwarin û yên hatin kuştin li kêleka wê jinên ku têkoşîn kirin jî habûn û gihştin asta şehadetê jî hebû li vir ez behsa seranserî Sûriyê dikim di nav de bakur û rojhilatê Sûriyê jî .
Jinan ji herdû aliyan gelek têkoşîn û betxwedanî kir lewra jinan ev tişta bi hevre parve kirin , jinên ku têkoşîn kirine nêrînên xwe bi hevre parvekirin , ên êş û zehmetî dîtine wan jî anî ziman, herî zêde parvekirin û yekîtiya jinan derket pêş .
Di dawiya konferansa de encamname derkat, pêşinyara yekem a ku hemû pêkhateyan destek dayê , ku Konferansekî jinan ê giştî li ser asta Sûrî were lidarxistin.
Herwiha destkeftiyên ku jinan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi dest xistine pêwîste bibe malê hemû jinên li Sûriyê û mîrasê hemû jinan ji bo ku li ser van destkeftiyan berdewam bikin û bikaribin Sûryekî azad, wekhev û dadwer bidin avakirin.Jinan pêwîstî bi yekîtiya xwe dîtin da ku bighêjin maf,azadî û daxwazên xwe.
Herwiha jinan giringî da xweperwerdekirin,xwezanekirin di milê civakî, aborî ,hişmendî de da ku jin bigêjin asta zanebûnê ku pêşengtiya civakê û jinan bikin.
Ji ber ku ji dîrokê heta roja îro jin di gelek qonaxan de bê parastin mabû û xwre davêtin himêza zilama ji bo parastina wan bikin, ji bo vê jî israr li ser mijara piştgiriya hêzên jin ên Yekîtiya Parastina Jin (YPJ) hate kirin.
Herwiha rola jin ya Siyasî, rêveberî û di hemû qadên jiyan de cihê xwe bigre , tekezî li ser vê jî hate kirin.
Ev xalên girin ji bo misogerkirina mafê jinan di destûrê de ye û yek ji daxwaza bi israr ya jinan ew e ku sererastkirin di destûrê de li Sûriyê de were kirin û mafê jinan tê de were misogerkirin.
Di pêvojoya ku li pêş me were destpêkirin, tiştên ku em dixwazin bikin ku em van encamnameyan pêk bînin .
Herî zêde lawaziya ku jinan jiyan kirî, êş û azarên ku jiyan kirî û bêmafiya ku jiyan kirin , hemî bibe hêzek afrîner û li ser rûyê erdê were jiyankirin.
Di demekî pir nêz de dê ev pêngava were destpêkirin , da ku jin bikaribin li ser rûyê erdê mafê xwe misoger bikin, lewra pêwîstî bi vê yekê heye ku hemû jin bi hev re Yekîtiya xwe bidin avakirin û kampanyekî lidarbixin ji bo ku bikaribin hamî pêşinyar û daxwaz werin pêkanîn.
Ji bo ku jin venegre wekî dema beriya şoreşê, pêwîste destkeftiyên ku bidestxistine pê re jiyan bike û bide jiyîn û bi asta têkoşîneke bilind biparêze.
Ji bo vê jî helbet têkoşîn û berxwedanîyeke pir mezin pêwîste ji bo ku jin bikaribin li hember desthilatan bisekinin û destûra ku mafê jinan tê da winda kirine dawî li van hişmendî û kiryaran bînin .



