
Roj 9ê Cotmeha 2019an de, ev sal jî em dikevin şeşemîn salvegera êrîşa dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ye. Ev êrîş êrîşên hewayî û bejayî bi karanîna her cûre çekan, tevî çekên qedexekirî yên navneteweyî, pêk anî û di dawiyê de bû sedema dagirkirina van bajaran.
Bi vî awayî vê dagirkirinê herêmek bi firehiya 110 km û kûrahiya 30 kîm di nav axa Sûriyê de dagir kir. Ev sêyemîn êrîşa bejayî ya Tirkiyê ye, ya yekem di Tebaxa 2016an de li Cerablus, Ezaz û El Babê dest pê kir, û dû re jî di sala 2018an de li Efrîn.
Dagirkirin di encama peymanek siyasî ya nû di navbera sê aliyên beşdar di pêvajoya Astanayê de (Rûsya, Tirkiye û Îran) de pêk hat. Ev nîşanek nû ye di rêze peymanan de ku Tirkiyê ji bo berfirehkirina dagirkirina xwe ya axa Sûriyê, ji Efrîn heta Girê Spî û Serêkaniyê bikar aniye.
Bi rasthatina salvegera şeşemîn a dagirikirna van herdû bajaran jinên kampa serêkaniyê wiha vegotin;
Endama komîteya lihevanînê Meryem Şerîf jî wiha rave kir;Dema ku dijmin êrîş dikirin jin û zarok li ber çavên me birîndar dibûn, gelek şehîdên me çêdibûn , ev bûyr dilê me perçe dikir ,êrîşekî bi hovane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bi ser be de hat, miletê Serê Kaniyê di bin darê zorê koçber bûn,niha jî em li kampa Serê Kaniyê a bajarê Hesekê dimînin.
Li vê derê em wek jinên Serê Kaniyê me gelek zor û zehmetî dît,em derbasî sala 6 an dibin, tevî ku me zagon jî derbas kir.
Em bang li hezên navnetewî ên ku qaşo dibêjin em xwedî hêz û mafên mirovan diparêzin , bila li erkên xwe xwedî derkevin û rê li ber van malwêranî û koçberiyan bigrin.
Bila bên rewşa me di binê van konan de bibîn ku çawa her cureyên zor û zehmetiya nîşanî me dide, tevî wê jî em bi hêzin û bi hêviya vegera ku li bajarê xwe jiyan bikin .
Nameya Rêber Ocalan Ji bo me Bû Hêvî û Henaseya Jiyanê
Em pir bi moral bûn û hêviyên me xurt bûn ku emê vegerin cih û warên xwe,me xwîna xwe li Serê Kaniyê da ye, bi jinan mabe emê li berxwe bidin û vegerin ser xaka xwe,bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em xurt bûne, jin nema ê berê ne, hêza me têrê dikê ku li pêş dijimin bisekinin,çawa me li Serê Kaniyê kar û xebatê xwe dimeşand di heman demê de li kampan jî xebata me berdewam e,her çendî em ji bajarên xwe hatibin koçber kirin jî lê dîsa jî em li ser axa rojava ne , ev cih jî mala me ye.
Êşeke Hat Jiyîn Lê Hestekî Nayê Gotin
Endama komîteya lihevanînê Gulîsta Haco di vê derbarê de wiha got’êş û azarên ku me jiyan kiriye , ne bi deqeyan ne jî bi saetan tê ravekirin .
Di nîvê şevê de em li ser êrîşekê şiyar bûn, wê demê ar êtşa azad derbas bibû bi hatina wan re êrîşên giran destpêkiri, ne di Bala me de bû ku emê ji bajarê xwe derkevin , lê êrîşa ku dihate kirin terzê êrîşkeran diyar dikir ku dê ev şer dem dirêj be,rêbazên êrîşên wan çeteyan bi tirs bû , lewma ez neçar mam ku malbata xwe komî ser hev bikim û ji bajêr derkevim,em heyanî demekê li gundekî man paşê dîsa vegeriyan mala xwe, piştî vegera me êrîş zêdetir bûn û balafirên şer bi bombebaranan êrîşî her deverê dikirn,êrîş li ser mala bavê min hate kirin , bav , bira û keça birayêmin jiyan xwe ji dest dan,yên din jî em tev birîndar bûn, êşeke hat jiyîn lê hestekî nayê gotin.
Gulîtan di berdewmiya axaftina xwede bal kişand li ser berxwedaniya gel û asta qehremaniya şervanan û wiha pêde çû‘b êguman li hemberî wan êrîşan şervanên me jî bê bersiv neman û êdê şer berfireh bû,berxwedana gel bersivek erênî û bi hêz bû ji dijmin re, piştî êrîşa yekem a di sala 2011 an de, ku em vegeriyan mal û kar û xebatê xwe , cara duyem jî di 10ê Cotmeha 2019 jî êrîş kir û bajarê Serê kaniyê hate dagir kirin.
Vê carê pir giran bû , êrîş hewayî û bejahî dihatin kirin, heta çekên kîmyewî bikaranîn yê ku li tevî dinyayê qedexe ye. Tu dewletên derve jî bersiva van êrîşan nedan û bêdeng ker û lal man ,lê tevî zor û zehmetiyan em hê jî liberxwe didin û emê şopdarê rêya şehîdan bin.
Di vê çarçoveyê de xwendekar Çinar Xalid ku beriya bajarê serê kaniyê bê dagir kirin li wir dijiya û dixwend wiha axivî û got;me jiyana xwe bi awayekî aram û asayî derbas dikir , em bi kêf û eşq diçûn dibistana xwe , tevî gefên ku li ser bajarên me dihatin kirin jî lê ticar neket Bala me ku wê rojên wiha zehmet li pêş me bin û emê bi ewqas buyerên giran re rû bi rû bên.Lê belê êrîşên dijwar li ser gel hatin kirin, ezman tijî balafir bûn û bê serûber herder dikirin armanca êrîşê xwe,lewma gelek sivîl şehîd û birîndar bûn.Piştî ku me dît rewş xirabtir dibe , her ku diçe windahî zêdetir dibin ew dem gel neçarî koçberiyê bû, lê dîsa jî heviya me heye ku em ê vegerin ji ber ku çavkaniya hêviya me rêbertiya me ye.
Di destpêkê de em li Til Temir bicih bûn, piştre me berê xwe da bajarê Hesekê, herçiqas rewşa me ne baş bû jî lê me di serî de zarokên xwe bicih kirin di warê xwendinê de
Em gelek doza vegera cih û warê xwe dikin , ji mafê meye em bi aramî û xweşî jiyan bikin û zarokên me jî zaroktiya xwe bibînin .
Em bangî hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku li me xwedî derkevin û vegerekî bi ewle ji me re peyda bikin.
Emîra Ahmed jî wiha anî ziman,di 9ê cotmê di seat 8ê êvarî ji aliyê dewleta Tirk a degirker ve êrîşên hewayî û bejayî her ku çû zêdetir bû lewra êdî derfeta ku em li bajêr de bimînin nema lewra êdî em di saet 8ê êvarî em ji malên xwe derketin û me berî da bajarê Hesekê,di bin navç ku êrîşê tîne ser qadên leşkerî û şervanan,lê belê her gel û sivîl dibûn armanca van êrîşan û bi sedan sivîl bûn qurbanî.
Emîra wiha doman armanca van êrîş û dagirkirinan ewe ku dewleta Tirk ticaran di rojava û bakur û rojhilatê suriyê de aramiyê tehemûl nake lera herdem dixwaze gel di nav metirsiyê de bijî û her di nav koçberî û bê istiqrarbûnê de jiyan bike,dema ku êrîş çêbibin û bi taybet li qadên ku sivîl lê dijîn tu amûreke xweparastinê di dest wan de tunebe ew dem gel neçar dimîne ku dev ji gund û warê xwe berde , raste emjî ji bajarê xwe deketin lê dîsa jî em li ser axa rijava ne em ji welatê xwe derneketin.
Emîra di dawiyê de bal kişand ser zor û zehmetiyê ku ew ev 6 salin di kampan de dişînin kir û got em di her demsalê de bi awayên cur bi cur bi şert ûmercên zehmet re rû bi rû bimînin,nexasim ji ber ku li vir ava kampê ne paqije lewma dibe sedema gelek nexweşiyan û bi taybet zarok ji vê gelek para xwe digrin, lê belê vîn û daxwaza me ya ji bo ku em weke jin bi erkê xwe rabin nabe asteng,bi taybetî jî weke jin herdem rol û misyona ku ji me tê xwestin ku di meşa jiyaneke rast û bi rêxistin kirina jin û civakê de divê em jin herdem rola pêşng bileyizin.em di wê zanebûnê dene ku jin çavkaniya hêza civakane ji ber dema ku jin bi hêz be bandora xwe li her qadê leşgerî û civakî dike ku dihêle her qad jî ji vê hêzbûna jinan hêz bigre ,lewra em dikar vê eşkere bêjin ku em li hember her pilanên dagirkirin û qirkirinê xwedî vîn û hêzin di asta ku em dikarin xwe li kêleka şervanan xwe bi çek bikin û di çeperan de mil bi mil li hember êrîşên dijminane heya serkeftinê li berxwe bidin.




