DaxuyanîNûçeSlide

Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk: parastina mafên jinan pêwîstî bi Avêtina Gavên Şêneber heye

Di çalakiyên 25ˊê Mijdarê komîteya Têkilî û Tifaqê Siyaseta Demokratî a Helebê daxuyaniyek da û hat gotin ku ji bo parastina mafên jinan pêwîstî bi avêtina gavên şêneber heye.

Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star li taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek bi zimanên Erebî û Kurdî da.daxuyanî ji aliyê Endama rêveber a komîteyê Mûna Gebek û endama kongra Star Zehra Hemo hate xwend.

Di daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê hat dubarkirin û xwişkên Mîrabel weke sembola têkoşîna li dijî tundiyê ya li ser jinê hat bibîrxistin. Di daxuyaniyê de bal li ser rewşên jinan li Sûriyeyê, bi taybet li herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin weke revandin, girtin, îkence, tundiya cinsî û malbatê, hat kişandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pirsgirêka jinê beşa bingehîn a demokrasî û edaletê ye û her xebateke ji bo guhertinê bêyî misogeriya mafên jinan û beşdariya wan a aktîv bi ser nakeve.

Komîteyê bi rêya daxuyaniya xwe ji civaka navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û nûnerên dîplomasî ev daxwaz kirin:

Ji bo entegrekirina peymanên navneteweyî – bi taybetî Peymana CEDAW û biryara 1325ˊan a Konseya Ewlekariyê – di nav qanûnên Sûriyeyê de ji bo misogerkirina wekheviya tevahî zext bê kirin.

Piştgirîdayîna destpêşxeriyên jina ên ku hewl didin aştiyê ava bikin û xurtkirina beşdariya siyasî û civakî ya jinên Sûriyeyî

Xurtkirina bernameyên hişyarî û perwerdehiyê yên ku jinan bihêz dikin da ku mafên xwe biparêzin.

Destekdayîna destpêşxerêyên xwecihî yên bi pêşengtiya jinan ji bo rûbirûbûna tundî û cudakariyê.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ev bone ne rojek tenê ya ji bo têkoşîna dijî tundiya li ser jinan e, lê pabendbûna berdewam heta pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê ji bo tevahî jinan e.

 

Related Articles

Back to top button