CivînNûçeSlide

Li Şêranê Têkoşîna dijî Hişmendiya Tundiyê bû Rojeva Civînê

Kongra Star li bajarê şêranî civînek li ser roja 25’ê Mijdarê birêxistin kir ku tê de têkoşîna jinan ya li dijî tundiyê girt dest.

Kongra Star ya kantona Firatê bi wesîleya Roja Cîhanî Ya Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ku dest bi kampaniya di bin durişmeya “Bi hev re em civateke demokratîk û komunal ava dikin de ku tundûtîjiyê bi dawî bikin” kir, îro di rêzeçalakiyên kampaniyayê de civînek li bajarê şêranê hat organîze kirin.

Civîn li naven da pyd ya şêranê  bi deqeyeke rêzigirtinê li ser rihê cangoriyên azadiyê rawestiyan hat li darxistin ,civîn ji aliyê  hevseroka desteya kar û barê civakê kantona Firatê Felek Yusuf, û parêzer ya kantona fîratê Şehîn Elî hate bi rêvebirin.

Di i civînê de bi dehan jin, endamên Kongra Star, nûner û hevserokên Rêveberiya Xweser amedebûn.

Piştre Felek Yusuf wiha anî ziman :bi proşeya netewa demokratî û dadwer ya rêber Apo ku pêşkêş kiriye şîrov ekir û got incex bi pirojeyê civak jin û hemî zindî dikarin azad bê ku zayndek li ser zayenda din desthilat be bijîn .

Dema ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje “ez hêviya kenê li ser ruyê jinê yê hatî dizîn im” pêwîste em li ser vê hevokê baş lêhurbûnê bikin tê çi wateyê gelo?ji ber ku bi hezarê salane ken ji ser ruyê jinê hatiye dizîn,jin hatiye çewisandin,ji mafê xwe bêpar hatiye hiştin.û ev jî bandora xwe li ser tevahiya teşegirtina civakê dike heya niha hîn bi hişmendiya ne wekhevî ji herdu zayendan re tê nêrîn û yek di ser yekîre ,zarokê kur di ser zarokê keç re tê girtin.

lewra Rêber Apo ev pirojeya netew û civaka demokratîk pêşkêşî me kir da ku jin û civak bi giştî têgeha azadiyê di wateya wê ya rast de fêm bike,dema ku azadî rast were fêm kirin ew dem kesayet dikare bi xwe re civakê jî azad bike û bi ve ken dikare careke din were xêz kirin li ser ruyê jinê.

Felek di berdewamiya axaftina xwe de ,têgeh û feraset herwiha bi giştî cureyên tundiyê şîrove kir

piştre Şehîn Elîql dîroka tundiyê vegot ku li hember sîstema desthilatdar çawa ku hersê xuşkên Mîrabel serî hildan û têkoşîn kirin

Di dawî şano  ji aliyê endamê çand û hûnera baqî xido ya kantona fîratê hat pêşkîşkirin.

 

Related Articles

Back to top button