
Kongra Star bi boneya sala nû ya 2026’an daxuyaniyek li ser malpara xwe da û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Di destpêka daxuyaniyê de “sersala gelê Suweydayê, herêmên peravê û jinên Ereb ku di bin zext û şerê taybet ên bermahiyên DAIŞ’ê û cihadîstan de têkoşîneke pîroz dikin û têkoşîna wan silav kirin” û hate gotin got: “Em sersala gelê Kurd û jinên Kurd pîroz dikin. Bi taybet jî gelê me ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku heta niha li ber sermaya zêde ji bo pêwîstiyên jiyana asayî jî peyda bikin, em êşa wan hîs dikin û di nava şert û mercên giran de pêşwazîkirina sersalê dikin, careke din silav dikin.”
Her wiha hate gotin: “Di sala 2026’an de erka me gelekî giran e û divê ji bo Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk bi hemû hêza xwe em kar bikin.”
Di dawiyê de jî wiha hate gotin: “Sala 2026’an bibe sala azadî, îradeya gelan û civaka aştî û demokratîk ji bo Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”



