Yan Jiyaneke bi Rûmet yan jî Mirineke bi Rûmet
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast kirin ku tevî êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî jî ew ê di piştgiriya berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de berdewam bin. Her wiha diyar kirin ku ew bi paş ve venagerin, yan jiyaneke bi rûmet yan jî mirineke bi rûmet.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ji bo berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomînin, tevî gulebarana çeteyên Hikûmeta Demkî li ser wan, li deriyê Dêr Hefir israra xwe ya li ser piyan piştrast dikin û teqez dikin ku îradeya wan wê neguhere.
Şandeyek ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku berê xwe dan Helebê, ji bo piştgiriya şêniyên Şêxmeqsûd, hewl da ku bigihîje yek ji bendên kontrolê yên çeteyên Hikûmeta Demkî li bajarê Dêr Hafir, lê çeteyan ew bi giranî kirin armanc û her wiha li bajarê Dêr Hafir û gundewarên wê hatin topbaran kirin.
Lê belê li wir girseyê diyar kirin ku ewê bi berxwedana qehreman û lehengên xwe bi ser bikevin, xwîna şehîdan wê vala neherike, ji ber ku serkeftin wê bi berxwedana me were bidestxistin.”




