ÇalakîNûçeSlide

Xelkê Dêrik,Girkêlegê û Tilhemîs çalakiyê piştgiriya Berxwedana Şêxmeqsûd Eşrerfiyê û Benî Zêd

Şêniyên bajarên Til Hemîs, Girkê Legê Dêrik bi çalakiyên cûda berxwedana gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ya li hemberî êrişên komên çete yên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker silav kir û piştgiriya xwe anî ziman.

Şêniyên bajarê Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên li ser her sê taxan û silavkirina berxwedana gel meşek li dar xist.

Girseya ji pêşiya avahiya meclisa bajar ber bi çerxerêya geracê ve meşiyan wêneyên ku sûcên çeteyên li dijî sivîlan û zorokan nîşandidin hildan û pankartên bi nivîsên “Na ji qetilkirina zarokan re” û “Kanîn rêxistinên mirovî? ” vekirin

Girse li çerxerêya geracê deqeyek rêz girtin û axaftin hatin kirin.

Ji rêveberên Kongra Star Melka El Mihemed axivî û got: “Em bejna xwe li hemberî yek ji mezintirîn berxwedanên dîrokî ditewînin, berxwedana ku bi xwîna şehîdan û sebra gel hatiye nivîsandin, ku îspat kir ku îradeya azad ji hemû amûrên kuştin û dorpêçkirinê xurttir e. “

Hevseroka Navenda Perwerdehiyê ya Til Hemîsê Lîdiya El Îsa jî got: “Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berewama berxwedana Bendava Tişrînê ye, û tiştê ku diqewime ne pevçûnek asayî ye, lê êrişek li ser jiyan û rûmeta mirovan e.”

Meşa Dêrikê ji Qada Azadî dest pê kir, beşdaran wêneyên şehîdên berxwedana her du taxan hilgirtin. Dema ku gihîştin Navenda Kongra Star li bajêr û piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê koçberên Efrîn û Şahbayê, Meryem Mehmûd axivî û berxwedana şênyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir. Meryem got, ” Em ê neşikên, berevajî vê, biryardariya me dê xurttir bibe û em ê li dijî hemû komployan bisekinin.”

Xwepêşandan bi dirûşmeyên şermezarkirina komkujî û êrîişên li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.

Li bajarê Girkê Legê, meşa ku şêniyên bajar, bajarokê Rimêlan û koçberên ji Efrînê beşdar bûn, ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li kolana sereke berdewam kir. Beşdaran pankartên bi nivîsên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” hilgirtin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Îdrîs Mela Şerîf axivî û berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrerfiyê silav kir û diyar kir ku gel bi vê berxwedanê serbilind e.

Endama Meclîsa Bajarê Qamişlo, Menal El Elî diyar kir ku sûcên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine kirin binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e. Menal bang li civaka navneteweyî kir ku hesabê ji sûcdaran bipirse û piştgiriya şêniyên her du taxan bike.

Meş bi dirûşmeyên ku silavkirina  berxwedanê bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button