Xeta Tekoşîna Jinan Guhertina Hişmendiyê Esas Digre
Endama Ekadmiya Jineolojî Zehîde Mamo da zanîn ku li hemberî xeteriya li ser deskeftiyê jinan li Sûriyê pêwistî bi rêbazek zanistî û hevgirtinek netewî ya jinan were kirin da ku mafê jin di destûra bingehîn were misogerkirin û got:” Xeteriya li ser deskeftiyê jinan li Rojava xeterî li ser hemû jinan e “.

Lubnan-Di vê pêvajoya hesas ku Sûrî têde derbas dibe û bi hatina HTŞ’ê a cîhadîst li Sûriyê ku reng û hebûna jinan qebûl nake xeteriyek mezin li ser pêşeroja Sûrî û tevahî cîhanê ye . piştî salên dirêj ji tekoşîn û berxwedaniyê neqebûlkirina reng û îradeya jinan nûkirina sîstema desthiltdariya zordeste .
Têkldarî vê mijarê Endama Ekadmiya Jineolojî Zehîde Numan ji mere nirxandin kir .
‘Dîroka jinên Kurd bi qehremanî ,tekoşîn û lehnegiyê hatiye nivsandin ‘
Zehîde Numan diyar kir ku dîroka Kurdan bi qehremanî û berxwedanê hatiye nîşandan, nivîsandin û jiyîn, û di nav wê berxwedan û qehremanîyê de, jinan jî dîrokeke qehremanî, berxwedan û têkoşînê jiyaye û wiha axaftina xwe dewam kir :”Ev dîrok zêdetirî şêst salan digire nav xwe, ku di nav wan de jinan di warên cûrbecûr de cih û rola xwe ava kirine, di eniyên şer û di avakirin û rêxistinkirina civakê de roleke girîng lîstine. Dema ku mirov li ser vê dîrokê diaxive, divê mirov dîrokeke dewlemend bi têkoşîn û berxwedanê jî bi bîr bîne.Di vê çarçoveya dîrokî de, ramana jinên Kurd ji ku derê derket û bingehên wê çi ne?Ev têkoşîn, ku bi salan li dû dîroka dirêj a têkoşîna jinan berdewam kiriye, dest bi rêxistinbûnê kir dema ku jinên Çiyayên Azad di nav tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de rêya xwe ya têkoşînê dest pê kirin. Çiyayên Azad û dîroka têkoşîna wan a li wir, bi saya felsefe û modela ku Rêber Ocalan pêşkêşî van şervanên jin kir, ku wan hişt ku xwe rêxistin bikin.”
‘Têkşîna jinan a bi salan tekoşîna li dijî zihniyetê ye ‘
Zehîde balkişand li ser armanca tekoşîna jinan ku civakek li ser bingeha her zayned wekhev jiyan bikin û xwe birêxistin bikin û civakê bidin meşanidn û wiha anî ziman:”Artêşa Jinan li Çiyayê Azadiyê çawa hate damezrandin, û îdeolojiya ku jin dê xwe li ser ava bikin dê çawa were birêvebirin? Têkoşîna jinan li çiya dest pê kir û li civakên herêmî belav bû, bi salan heta roja îro berdewam kir, bi armanca avakirina artêşeke jinan û pêşxistina îdeolojiya rizgariya jinan. Têkoşîna jinan li Rojava di berxwedana çekdarî de kok digire û gelek têkoşîn ji bo wê têne dayîn.Sîstema Netew dewlet hewl dide ku civakê li ser bingeha zihniyeteke baviksalar ava bike, rola jinan paşguh bike. Ji ber vê yekê, têkoşîna jinan, ku li çiyayan dest pê kir û heta roja îro jî berdewam dike, têkoşînek li dijî vê zihniyetê ye. Jin, bi hişmendiya rizgariya jinan, hewl didin civakê li ser bingeha ku her du zayend dikarin hewlên xwe di têkoşîn û rêxistinê de bikin yek ava bikin. Pêwîst bû ku ev model ji çiyayan veguheze civakê û li bajaran were bicîh kirin.”
‘fikirê rizgariya jinan ji bo jin û mêr hat pêşkêş kirin ‘
Zahîde tekez kir ku hewcedariya civakê bi fikirê rizgariya jinan hebû lewma ji çiyayan derbasî bajaran bû û wiha axivî :”Di sala 2011an de, fikra rizgariya jinan derfet dît ku derbasî hemû şaxê civakê bibe , û ev yek bi evîn û pejirandinê pêk hat. Di Şoreşa Rojava de, jinan têkoşîna xwe tenê bi çekan dest pê nekir; têkoşîna wan a destpêkê rewşenbîrî bû, ji ber ku wan pirsî ka jin çawa dikarin rola xwe bi cih bînin, îradeya xwe diyar bikin û dîroka xwe ya rastîn bi jinên din re parve bikin.Li darxistina Kongra Stra, ku berê wekî Yekîtîya Star dihat nasîn, û avakirina akadmiya Jıneolojî , gavek girîng ber bi guhertin û veguherîna civakî ve pêk anî. Ji ber ku modela rizgariya jinan, wekî ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşkêş kirin, ne tenê ji bo jinan bû, lê ji bo hem mêr û hem jî jinan bi heman rengî bû.Rêber Ocalan dibêje ku eger jin kole be û mêr hem serwer û hem jî kole bin, ev tê wateya pirsgirêka mêr duqatî ya jinan e . Ji ber vê yekê, divê zanîn bi rêya akademiyên lêkolînên jinan û perwerdehiyê were çandin. Zanist ji bo her kesekî di civakê de girîng û pêdivî ye ku fêm bike ka çawa jiyana xwe bi awayekî zanistî birêve bibe.”
‘Hevgirtina jinan encamê tekoşîna jinan a çiyayê Kurdistanê ye ‘
Zehîde behsa Şoreşa Rojhilat kir ku hêz û bingeha wê ji tekoşîna jinan a Rojava digre û got:”Îro li Rojhilat şoreşa bi navê jin jiyan azadî pêk hat . Îro jinan ji dîrok û têkoşînên jinan ên bi salan de kok digire. Hêza ku jinan di Şoreşa Rojava de nîşan dane, ji bo her jinekê serhildanek li dijî bermahiyên zîhniyeta zordar e û wekî stûnek piştgiriyê xizmet dike. Ji ber vê yekê li çaraliyê cîhanê hevgirtinek jinan ava bûye, û dema ku dozek bi jinan ve girêdayî be, em şahidiya yekîtî û hevgirtinê dikin. Ev serkeftinek mezin e ji bo têkoşîna çiya ye.”
‘Li ser deskeftî û îradeya jinan gefên tûj hene ’
Zehîde destnîşan kir ku HtŞ’ a cîhadîst dixwaze rê li ber îradeya jinan bigre û sîstemek zordest bide birêvebirin û wiha dewam kir :” Ev şoreş û destkeftiyên wê îro di bin gefê de ne. Jinan di vê şoreşê de li her derê pêşengî girtine, di sîstema hevserokatiyê îradeya xwe nîşa da. Îro li Sûriyeyê, jin di destûrê de cih nagirin ji ber ku rejîma serdest sîstemeke cîhadîst e ku li ser bingeha prensîba serdestiya mêran hatiye avakirin. Ew nahêle jin hêz û îradeya xwe nîşan bidin, û nahêle ew civakê rêve bibin; berevajî vê yekê, ew vê yekê wekî gef li ser desthilatdariya xwe dibîne.Bi rastî, ev gef li ser mafên jinan îro gef li ser hemû jinên cîhanê ye. Bi ketina Tebqa û Reqayê di destê aliyê Heyet Tehrîr el-Şam HTŞ’ê a cîhadîst ve, hemû sazî û rêxistinên jinan ên ku bi salan li wir hebûn hatin girtin, û belgeyên ku mafên jinan bi hûrgilî vedibêjin hatin hilweşandin. Jinên ku dikarin rêveberiyê bikin û xwedî îrade ne, dikarin civakê bi awayekî wekhev rêve bibin, û ev yek ji bo rejîmên cîhadîst xeterek çêdike. Ji ber vê yekê, wan bi awayên herî tirsnak kiryarên hov li dijî jinan pêk tînin , wek avêtina cenazeyê şervanek jin ji qata sêyemîn û birîna keziyê jinan .Ev nîşan dide ku di destûrê de cihê jinan tune ye, û ev rejîm tenê dixwazin jinan di malê de asê bihêlin, bêyî ku rolek wan di pêşxistina ramanan, rêxistinkirinê, an jî îfadekirina biryardariya xwe de hebe.”
Zehîde di dawiya axaftina xwede got ku divê jin bi rêbazek zanistî û hevgirtinê xurt nêzî vê pêvajoyê bibin da ku mafê xwe di destûra Sûrî de miroger bikin .



