ÇalakîNûçeSlide

jin Bi boneya 8’ê Adarê Dest bi Xemla Bajaran Kirin

Bi boneya nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, jinan li Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Til Temir û Kobanê dest bi xemilandina kolanan kirin.

Di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Kongra Star pêngaveke berfireh a xemilandina kolan û qadan li bajarên Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Til Temir û Kobanê dan destpêkirin.

Tevî endamên Kongra Star, endamên Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û endamên saziyên sivîl jî li her pênc bajaran dest bi xemilandina, têketinên bajaran, kolanên sereke, sûkên giştî û qadan kir.

Jinan pankartên bi dirûşmên “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin”, “Bi hûnandina keziyên jinan em ê şoreşa mirovahiyê biparêzin”, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star û YPJ’ê daliqandin.

Her wiha bi tayên rengên kesk, sor û zer keziyên hûnandî çêkirin û li ser avahî, deriyên têketina bajaran û qadên giştî daliqandin.

Related Articles

Back to top button