
Hesekê– Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Navneteweyî bi dirûşma “Bi felsefeya jin, jiyan azadî, em destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin” di 19 Sibatê de aşkera kir.
Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Kongra Star a kantona Hesekê dest bi xemlandina bajarê Hesekê kir .Îro çarxereya Sebax, Sînalko, Kevokê, Şehîd Arî û çend çarxereyên sûka bajar bi keziyê Jinan , alên Kongra Star, hêzên parastin Jin YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîs” Keziya jina Kurd bi hêze” ,” JIN JIYAN AZADΔ hat xemlandin .




