
Kongra Star tevî rewşa hesas a ku Rojava û Sûriye tê re derbas dibe û destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ango Şoreşa Jinan di xeterê de ne, rêzeçalakiyên xwe yên pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê didomîne.
Kongra Star îro jî li bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê bi rengên kesk, sor û zer keziyên sembolîk çêkirin û li kêleka wê jî endaman keziyên hev hûnandin.
Rêvebera Kongra Star Sena Tamir a ku kezî çêdikir got: “Me rengê kesk, sor û zer hilbijart ji ber ku em naxwazin roja me tarî bibe û rengê sor jî soza me ya bi xwîna şehîdan re ye em her dem dem nû dikin. Bi van rengan jin rabûn ser piyan û bi hêz bûn. Heman demê jinan xwe bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi pêş xist.”
Aynûr Elî a ku keziya hevriya xwe dihûne dibêje: “Eger keziya şervanek me hatibe birîn, wê bi hezaran kezî werin hûnandin û bibin hêviya tevahî jinên cîhanê, hilweşandina pergala baviksalar wê ev kezî bibin werîsê darda kirina dijminê jinan. Ji ber ku îradeya jinan nayê şikandin.”
Piştre keziya sembolîk li çerxeriya bajar hat daliqandin û jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” çalakiya xwe bi dawî kirin.




