
Kongra Star li bajarê Qamişlo, di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê ya 8’ê Adarê de, bi amadebûna endamên Kongra Star û şêniyên bajêr, li çerxerêya Helebceyê ya li taxa Hilko mûm vêxistin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre endama Kongra Star Nadîre Hemîd Îbrahîm 8’ê Adarê li amadebûyan pîroz kir û diyar kir ku ev roj “Cejna Jinan a Cîhanê ye, Cejna Jinên Kurd û Cejna jina azad a ku ji zulmê xelasbûyî ye.”
Nadîre destnîşan kir ku pîrozkirina vê bûyerê wekî bibîranîna şehîdan e û hêvî kir ku girtî werin berdan û şîfa ji birîndaran re xwest.
Nadîre bang li jinên li seranserî cîhanê kir ku vê boneyê pîroz bikin û diyar kir ku jinên Kurd di gelek zilm û zorê re derbas bûne, lê tevî hemû binpêkirinan jî têkoşîna xwe berdewam kirine.
Nadîre şehîdên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û sûcên hovane bi bîr anîn.




