ÇalakîNûçeSlide

Jinan 8’ê Adarê bi Mîtinga..Heya Êsîrên me Neyên Berdan wê Têkoşîna me Bidome

Jinan Roja Jinan A Cîhanî Li Bajarê Qamişlo Veguherand Mêtîngekê Û Bi Daxwaza Serbestberdana Dîlgirtiyan 8'Ê Adarê Pîroz kirin.

Bi boneya 8’ê Adarê jinên bajarê Qamişloyê bi biryardan roja 8’ê Adarê ku ji bo jinên azad,têkoşer û berxwedêr rojekî pîroz û bi nirx e, veguherandin mêtîngekê û daxwaza azadkirina dîlgirtiyên ku zarokê vê civakê ne kirin,
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev du heyvin bi hezaran şervanên Kurd bi destê cîhadîstên girêdayî hikûmeta demikî ya Sûriyê de dîl hatine girtin.
Piştî gelek lihevkirinan ku ya giring ew bû ku dîlgirtî serbest werin berdan , ta niha gavin cidî ji aliyê hikûmeta demikî ve nehatine avêtin.
Lewra malbatên dilgirtiyan her li qada ne û doza radestkirina xortên xwe dikin.
Îro jî bi boneya 8’ê Adarê de ev roj ji rojeke şahî,dîlan û stranan veguherî mêtîngeke girseyî bi daxwaza serbestkirina dîlgirtiyan.
Mêtîng di saet 11’an de li lîstgeha Heysem Kiço bi amadebûna sedan jin hate lidarxistin.
Di serî de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin.
Paşê peyama rêber Abdullah Ocalan têkildarî 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî ji aliyê Kordînasyona Kongra Star Rîhan Temo ve hate xwendin.
Piştre Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Jiyan Dêrik 8’ê Adarê di serî de li dayik û hevjînên şervanên dîlgirtî pîroz kir û wiha pêde çû bi hêviya ev roj nêzîk em ê mizgîniya azadiya hevalên xwe bigrin.
Jiyan got dîsa ez vê rojê di kesayeta hemû tekoşer û pakrewanên azadiyê Leyla Qasim,Jîna Emînî ,Sakîne Cansiz , Rojbîn Ereb û Arîn Mîrkan hemû pakrewanên azadiyê bibîrtînim.
Îro rojek û salekî gelek giranbuha ye , ji ber em sala 116 an a têkoşîna jin , em îro wê têkoşînê nû dikin û zindî dikin.
Îro ev têkoşîn li rojava, başûr , rojhilat û bakurê Kurdistan ê ye,têkoşîna jin li hemû cîhanê ye,sedsala 21’an gerekî sedsala azadî, dîmokratî û wkhevî ba lê mixabin sedsalekî hemû hi şer derbas dibe, sedsalekî ku herî zêde jin dibe qurban,bedela wê ya giran jin dide ji ber li her derî pêşengtiya vê sedsalê jin dike.
Jiyan tekez kir ku em wek jin ji hemû deman bêhtir emê yekîtiya xwe xurtir bikin.
Jin li kur be bila bibe emê têkoşîna wê bikin, di hundirê Sûrî de jî emê bibin modela ku têkoşîna jin bikin ku di destûra Sûrî de em cihê xwe bigrin wek netewa Kurd , wek netewa jin.
Di dawiyê de jî diyar ku ku wê têkoşîna me ji bo hemû jinên cîhan û rojhilata navîn be ku îro di roja me em di şerê sêyemîn ê cîhanê re derbas dibin wê helwesta me yêkitiya jin be.

Herwiha Cîhan dayika Alan jî ku kurê wê dîl hatiye girtin axivî û got ku em wekî jin di vê roja pîroz de em ji tevahî cîhanê dixwazin ku xortên me serbest werin berdan û êdî dilê me rehet bibe, bê guman zarokên me ji rêber Abdullah Ocalan ne çêtirin ku ev 27 salin ji bo maf û azadiya gelê Kurd dîl e, di heman demê de em azadiya rêberê xwe û zarokên xwe dixwazin .
Di dawiyê de jî peyama pîrozbahiyê ya 8’Ê Adarê herwiha doza azadiya dîlgirtina ku ji aliyê Parlementerên jin a Kolin ya Almanyayê hatibû şandin ji aliyê Rîhan temo ve hate xwendin.

Related Articles

Back to top button