
Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê têkildarî tayînkirina şaredarê bajarokê Çelebiyê ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve, xwepêşandanên gel ên li hemberî tayînkirinê û êrişa hêzên hikumeta demkî yên li ser xwepêşandêran daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser a Kobanê ve hate dayîn. Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê Peyman Elûş daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Li gorî peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin, divê entegrasyon bihata kirin û îradeya gelê herêmê bihata naskirin. Di heman demê de divê rêveberên saziyên ji aliyê xelkê herêmê ve bihata tayînkirin û ji xelkê herêmê bi xwe bin. Li ser vê bingehê, parêzgarê Hesekê û hejmarek ji rêvebirên din ji nav xelkê parêzgehê hatin tayînkirin. Lê belê, ev pêvajo li herêma Kobanê nehat cîbicîkirin û rêveberên saziyên herêmî ji derve têne tayînkirin. Heta niha, rêveberek ji bo herêmê û rêvebirên herêmên Sirîn û Çelebiyê bêyî ku van biryaran bi xelkê Kobanê re nîqaş bikin hatine tayînkirin.



