
Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê hêza ku bi canfedayîtî û qehremantiya xwe li cîhanê deng veda , îro ji aliyê hikûmeta demikî ya Sûriyê ve tê redkirin.
Qehremanên YPJ’ê li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê bê dûdilî singa xwe ji bo fedayîtiyê dane pêş û li dijî hemû cure şerê li bakur û rojhilatê Sûriyê şer û têkoşîn kirin.
Lê belê neqebûlkirina jinan li kêleka hikûmeta demikî nedîtina jinan û tinekirina rola wan dide diyarkirin , bêguman ev nêzîkatî ji aliyê YPJ’ê û hemû rêzistin û tevgerên jinan tê şermezarkirin.
Kongra Star di çarçoveya kampanya “Em hemû YPJ’ê ne , YPJ’ê hebûna me ye” meşeke girseyî lidarxist.
Bi sedan gelê bajarê Qamişlo û gundewarên wê tevlî meşê bûn
Meş ji çarxêreya Sonî destpêkir û li çarxêreya Şehîdan bidawî bû.
Di nava meşê de durşmeyên bijî berxwedana YPJ’ê , Jin ,Jiyan, Azadî diqîriyan
Piştre bideqeyek rêzistin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin.
Li ser navê Kongra Star a Qamişlo Cewahir Osman axivî û wiha got gelê berxwedêr , dayikên azad û tekoşer dê û bav û xwediyên YPJ’ê em wek rêxistina jin bi pêşengtiya hêz û îrada me ji bo ku em jî wek hemû welatan hêz û temsîla jin , parazvanên me yê heqîqetê ji bo ji cîhanê hemî re em bêjin me çiqasî têkoşîn û berxwedan û fedekarî kir ji bo em jî bi hevkarî wek YPJ’ê bi hevalê YPG’ê re di nav QSD’ê de me jî parastina xak, civak û nirxê xwe kir
Cewahir tekez kir ku têkoşîn û berxwedana vî gelî ji hestên hêzên YPJ’ê tê û hêza Ypaj’ê ji hestên dilsoziya vî gelî tê ji ber ku YPJ’ê keçên vî gelî ne û parastina me dikin di parastinê de di parastina cewherî de di milê ku em bûn mînak ji cîhanê re ku çawa keçên me bi fedekarî , bi hêz û moral di hemû eniyan de li beramberî hêzên tundrew ên reş şerkirin û bi ser ketin.
Serkeftina keçên vî gelî li kêleka birayên xwe YPG’ê ev serkeftin mesacek da hêzên tundrew û hemû komplogerên ku li beramberî çewsandina îrada civakê dixwestin bi pilanên qirêj jin civak, hêza jin û hebûna me wek îrada jin binpê bikin.
Cewahir diyar kir ku dixwestin ku di kesayeta jinê de civaka bê wate bikin û siyasetên xwe yên qirêj li ser wan bimeşînin lê belê ji ber ku keçên me yên leheg di hemû qad û şeran de li beramberî hemî hêz û şerê wan yê taybet û leşkerî bi ser ketin û bûn mînak ji hemû civakan û cîhanê re .
Cîhan hemû deyndarê YPJ,YPG’ê ne ku bûn hêzekî pêşeng û ev tarîtiya ku dixwestin li ser civakan bikin û xakê dagir bikin têk birin.
Îro em bêdengiyekê dibînin ji bo qebûlkirina YPJ’ê di nav sîstema parastinê ya Sûrî de, hikûmeta demikî dixwaze marjînalkirinekî birêxistinkirî bi hişmendiyekî baviksalarî rola YPJ’ê ku di hundirê Sûrî û bakur û rojhilatê Sûrî de meşand ku çawa destek da ku çawa van hêzan têk bibe em dibînin helwstên wan paşverû ne û hebûna jin di kesayeta YPJ’ê bê wate bike .
Di dawiyê de Cewahir tekez kir ku dê heta msogerkirina hebûna YPJ’ê di artêşa Sûrî de dê her li qadan bin




