HevpeyvînNûçeSlide

Rûken Ehmed :Têkoşîna jinan bi taybet di warê parastinê de bi biryardariyek bê navber dewam bike

Rêvberiya bajarê Kobanê Rûken Ehmed tekez kir ku Têkoşîna jinan, bi teybetî di warê parastinê de, dê bi biryardariyeke bênavber berdewam bike. Roken got:”YPJ’ê ji tevahî jinan re çavkaniya hêviyê ye “.

Li Rojhilata Navîn, hêzên serdest ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe bi hêzên demokratîk re pêşbaziyê dikin ku ji bo parastina destkeftî û hebûna xwe têdikoşin, û di vê navberê de, şoreşa jinan tê hedefgirtin, çi li Rojhilatê Kurdistanê be, çi li Rojava be.

Têkldarî vê mijarê Rêvberiya Bajarê Kobanê Roken Ehmed  destnîşan kir ku hêzên serdest bi rêya vê yekê dixwazin destkeftiyên jinan bi dest bixin û wan bi xwe ve girêbidin.

‘YPJ’ê Ji bo tevahiya jinan çavkaniya hêviyê ye ‘

Rûken da zanîn ku Hêza Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê ji bo tevahiya jinan çavkaniya hêviyê ye û wiha axaftina xwe dewam kir :”Em di serdemeke pir hesas re derbas dibin. Di 19ê Tîrmeha 2011an de Berxwedana Rojava dest pê kir û têkoşîna wê heta roja îro jî berdewam dike.Hebûna YPJê ne tenê ji bo jinên Sûriyeyê an jinên Kurd e; ew ji bo hemû jinan bûye çavkaniya hêviyê. Di sala 2014an de, tirsa terorîzma DAIŞê ket dilê hemû cîhanê.li Şwngal Pênc hezar keçên Êzidî hatin revandin û Mûsil di şevekê de wêran bû.Piştî Şingalê, çete ber bi Sûriyeyê ve çûn, dû re jî ber bi Kobaniyê ve. Li Kobaniyê, bi saya berxwedana gelê Kobaniyê, şervanên wê û jinên wê mîna   Arîn, Zozan, Zehra û Hebnan, DAIŞ têk çû.

‘Pêwiste YPJ’ê cihê xwe di nava artêşa Sûriyê de were naskirin ‘

DAIŞ ji bo civakan hêzek wêranker bû, mîna perdeyeke reş ku wan vedişêre û wan di bêhêvîtiyê de dihêle. Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ya ku vê tarîtiyê bi dawî kir . îro li Sûriyeyê dixwazin di nav Artêşa Sûriyê de cih bigrin . Şande ji bo v mijarê hevdîtin bi Hikûmeta Demkî re kirne  û em tekez dikin ku YPJ rêxistina jinan temsîl dike ku di Şoreşa 19ê Tîrmehê de derket holê.”

‘Şoreşa bê jin nikare bibe Şoreş ‘

Rûken diyar kir ku di  şoreşa Roajva  de, jinan di warê rêxistin, parastin, siyaset û dîplomasiyê de gelek serkeftin bi dest xistine . roken got:” Rêber Ocalan dibêje, “Şoreşek bê jin nikare bibe şoreş û siyaseta bê jin nikare bibe siyaseta demokratîk.” Dema ku em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku jin di dîroka Kurdistan û cîhanê de kesayetên berbiçav bûne. Wan rêberiya civakan kirine, beşdarî artêşan bûne û welatê xwe parastine. Li gelek welatan, jin tên girtin û îdamkirin. Çima biryara îdamkirina wan tê dayîn? Çima ew ji beşdarbûna di siyaset, leşkerî û warên din de tên astengkirin?”

‘Têkoşîn li dijî zihniyeta baviksalarî dewam dike ‘

Piştî hilweşîna rejîma Baasê, me têkoşîneke mezin da, têkoşîneke li dijî zîhniyeta baviksalar ku hêza xwe tenê di şeran de dibîne û civakan jî neçarî koçberiyê dike .welatekî bêyî jinan nayê avakirin. Jin pêşengên avakirina jiyanê ne û bi rêya wan welatekî demokratîk tê avakirin. Di malê de, heke jin û mêr di rêvebirina karûbarên wê de hevkariyê nekin, ne mimkûn  aliyek wê malbatê rêve bibe .Di sîstema me de, sîstema hevserokatiyê li Rojava, Kurdistanê hate damezrandin, ku îradeya gel û demokrasiyê temsîl dike.Ev îrade pêwiste îro di hemî qadên birêvebirina Sûriyê de cih bigre .”

‘Kampaniya piştgirya YPJ’ê ji bo garantîkirina mafê jinan e ‘

Rûken tekez kir ku kampaniyaya  ku hatiye dest pêkirin bi armanca garantîkirna mafê jinan e û wiha dewam kir :”Kampanyayek ji bo naskirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) hatiye destpêkirin, û têkoşînek mezin ji bo garantîkirina mafên jinan di destûrê de tê meşandin. Careke din, perspektîfek yekane û li ser bingeha zayendî li Sûriyeyê nayê qebûlkirin. Pêwîst e ku hemî netewe, etnîsîte û ol, nemaze jin, cihê xwe yê mafdar di sazî û rêxistinên Sûriyeyê de bigirin. Kampanyaya ku hatiye destpêkirin, kampanyayek berfireh e, ku piştrast dike ku em jin xwedî maf, ziman, çand, rêxistin û hêz in, û mafê me heye ku em jiyanek azad bijîn.”

‘Di civaka Erebî de biryarê jiyanê ne di destê jinan de ye lê belê bedelê wê biryarê didin ‘

Rûken balkişand li ser jinên pêkhateyên Ereb ku ew rastî gelek zehmetî û êşan tên û wiha got:”Sîstema heyî sîstema baviksalar e, li ser bingeha yek zayendî ye, û heke em mafên jinan garantî nekin, avakirina Sûriyeyeke demokratîk ne mimkûn e.Jinên Ereb di bin sîstema baviksalariyê de gelek zehmetî, êş û zilm kişandine. Li Reqayê, ew bi qumaşê reş hatin pêçandin û firotin. Ev rewş di şevekê de naguhere; ew rastiyek e ku bi sedsalan e pêş dikeve. Îro, mafê jinan heye ku biryarên li ser jiyana xwe bidin. Di civaka me de, jin biryarên li ser jiyana xwe nadin; ew bi qetilkirinê bedelê wê biryarê didin .14 sal in, hewldanên dijwar ji bo hêzdarkirina jinan têne kirin, û ji vê bingehê, em hewl didin ku civakek bi îradeyek xurt ava bikin. Gavek di vî alî de hatiye avêtin, lê di vê pêvajoyê de, têkoşîna paratina mafê jinan di destûra Sûrî were garantîkirin .”

‘Têkoşîna jinan di warê parastinê de dê bi biryardariyek bênavber dewam bike’

Rûken axaftina xwe wiha bi dawî kir :”14 sal in, me ji bo pergala hevserokatiyê, hişmendiya jinan û gelek sazî û rêxistinên jinan ku bingeha civakê ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên civakî yên derketî holê pêk anîne, têkoşîn kiriye. Me li dijî etîketên ol, paşverûtî û tiştên din ên ku ew hewl didin me wek jinan parçe bikin, têkoşîn kiriye. Lê têkoşîna me wek jinan, bi taybetî di warê parastinê de, dê bi biryardariyeke bênavber berdewam bike.

 

Related Articles

Back to top button