
Rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Cewahir Osman têkildarî Kampanya Piştgiriya YPJ’ê wiha axivî .
Ji 26’ê meha borî ve me ji bo piştgitiya YPJ’ê û qebûlkirina wê di nav berervaniya Sûrî ya leşkerî de me dest bi Kampanyekê kiriye , ji ber ku YPJ’ê û hemû rêxistinên jin li beramberî siyasetên ku neqebûlkirin bi taybet ji milê hikûmeta demikî erkê me ye wek rêxistina jin Kongra Star di serî de em bi vê kampanyê rabin ji bo em ji cîhanê hemî re bidin xuyakirin ku YPJ erk û gureva wê çi bû ,di van salên derbasbûyî de çiqas berxwedanî kir , ji sedan pêşengên jin ê YPJ’ê jibo aşitî û aramiya civakê bidestbixe , di hemû kempanyên ku çêbin li hemberî Daiş hêzên reş, YPJ xwe isbat kir ku pêşengtiya şer kir.
Cewahir diyar kir ku Ypj bervaniyek mezin ji bo xak , civak di serî de jin û zarok parastin , cîhan tev deyndarê ypj ne ku têkbirina Daiş xala li ser destê ypj xala yekem de çêbû, me bersiva Daiş û çêkerê wê di kesayeta dewleta Tirk de ki çawa pêşengên ypj hedefgirtin di sûqaskirin, kuştina cuda cuda , hedefgirtina rêberên jin ên ku di pêşengtiya azadkirina bakur û rojhilatê Sûrî û rajava bi giştî rol lîstin mîna heval Jiyan û gelek hevalên din.
YPJ’Ê li beranber hemû pilanên qirêj yên Daişê şer kir ,û tekez kir ku Ypj li beramberî dijminên ku derbasî xakê û çandên xwe yên qirêj di nav civakê de biçînin , zihniyeyên baviksalarî ên dixwazin rola jinê di nav civakê de tune bikin ev qada leşkerî ya jin bû bersiv ji van xalan re , ji ber ku dema di milê leşkerî, parastin, parastina cewherî de wek ypj temsîlê me yê ypj çû qesra Îdîzêl, kongrêsên Amerîkî û hemû parlemanên ku bi rastî bi danasîna wan ku ypj destekekî mezin da ku têkbirina Daişê çêbû.
Hêzên garantor ji bo YPJ, QSD’ê sozên xwe bi cih neanîn
Cewahir anî ziman ku bêdengiyek li hember neqebûlkirina ypj û Qsd’ê di artêşa Sûrî de heye , hêzên garantor jî sozên xwe ji bo YPJ,QSD bi cih ne anî,sozên ku digotin em van hêzan esas digrn , di Parastin xakê de wê bibin ji bo giştî Sûrî .
Di sîstema parastina Sûrî de tenê mêr tê destgirtin ew jî li gor hişmendiya wane , em dikrin hişmendiyekî cîhadîst bigrin dest,bêguman wê jinê li kêleka xwe qebûl neke ku hêzên tundrew , cîhadiyên ku dixwestin jinê di civakê de bê îrade , wate ,erk û gurev bikin.
Di destûra Sûrî de Kota mafî û zagonî erk û maf hene , di her destûrê cîhanê û Sûrî de jî heye beriya hikûmeta demikî were Kota jin di her beşî de hebû lê mixabin ev hate di kesayeta jinekê tenê de Portfoliyoyên wezîran ji zêdetirî 30 wezîrî de tenê jinek heye ev Tara tiştekî nakin.
YPJ’ê bi rola xwe ya pêşeng dikare bibe hêvî ji hemû civakan re
Cewahir anî ziman ku di Sûrî de pêwîstiyekî mezin heye ku jin di qada leşkerî de cihê xwe bigre , ger danasîn nebe wê xeteriye mezin ser Sûrî giştî bîne .
Di naveroka kampanyaya me de em dixwazin bala cîhanê bikşînin ku danasîna ypj re bibin destek.
Li ser milê cîhanê de tê xwestin ku zextekî li ser hikûmeta demikî de bike , hêjayî gotinê ye ku di rêjîma Sûrî de gelek jinan di kuliyatên cengî de cihên xwe digirtin .
cewahir wiha domand,metirsiya hikûmeta demikî ji hêza jin heye ger cihê xwe di destûr, parleman,sazî û wîzaretan de bigire wê metirsiyê li ser berjewendiyên hişmendiya dewletê bike.
Bi tevlîbûna jin û danasîna jin di hemû qadan de wê demê wê civak ber bi dîmoqrasiyê ve biçe
Em dibînin gelek çalakvanên Sûrî destekê didin kampanyaya me , ji ber rastî jî Sûrî hewcedariya wê bi hêza jin heye.
Cewahir balkişand ser ku eger di hevsengiyên rojhilata navî de cihê jin nebe bi taybet milê Sûrî wê xeteriyek mezin li ser civakê bi giştî hebe û dê binpêkirina mafê jin ne tenê di Sûrî de wê di hemû herêmê de hebe.
Me dît ku çawa di buhara gelan de herî zêde jin û zarok rastî hamû kiryarên bê exlaq hatin û di bazaran de hatin firotin.
Di dawiyê de got ku emê dengê xwe bighînin tevahî dunyayê û têkoşîna xwe dewam bikin ger em teslîm bibin dê keda me û ya şehîdan li erdê bikeve, YPJ’ê em in û hebûna me ye.



