
Çalakvana filistînî Sûad Ebdurehman piştgiriya xwe bi Yekîneyên Parastina (YPJ) re anî ziman.
Sûad Ebdurehman di peyama xwe ya piştgiriya YPJ’ê de dibêje: “Yekîneyên Parastina Jin rewşek leşkerî ya ji rêzê nîn e, lê belê modeleke pêşketî ya rola jinan di parastina civakê û rûmetê wê de pêşkêş dike.”
Sûadê diyar kir ku jinên YPJ’yî îsbat kirin ku dikarin berpirsyariyê hilgirin û bi awayekî çalak nirxên mirovahiyê ji tundî û tundrawiyê biparêzin.
Çalakvana filistînî di peyamê de destnîşan kir ku paşguhkirina rola YPJ’ê yan jî biçûkxistina girîngiya wê di pêvajoya siyasî ya pêş de, bi xwe dûrxistina bê hincet a têkoşîna jinan û bedelên wan e. Her wiha da zanîn ku divê YPJ’ê wekî beşek sereke di her formuleke siberojê de were qebûlkirin û rêz ji taybetmendiyên wê wekî çarçoveyeke xweser were girtin ku îradeya jinan û vebijêrkên wê nîşan dide.
Sûad Ebdurehman bang li hêzên jinan û yên hiqûqî kir ku ji bo mîsogerkirina beşdariya jinan di pergala parastinê û avakirina biryarê de têkoşîna hevbeş bikin û got: “Ev yek mafekî rewa girêdayî rêgezên edalet û wekheviyê ye.”



