ÇalakîNûçeSlide

Kantona Hesekê bi Wêneyên Şervanên YPJ’ê tê Xemlandin

Bi armanca piştgirî û naskirina Hêza yekîneyên parastina Jinan YPJ’ê , Îro kongra Star a kantona hesekê 15 pankart li çarxereyên kantonê hildan .

Di çarçoveya hemleya ku di 26’ê Nîsanê ji aliyê Tevger û Rêxistinên Jinan ji bo piştgirya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê Îro Kongra Star a kantona Hesekê 15 pankatên wêneyên şehîdên Şervanên YPJ’ê li sere, li  çarxereyên  kantona Hesekê, Til Temir û hatin hildan    .

Rêvberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Beyan Xelîl piştrast kir ku ev çalakî beşek ji rêzeçalakiyên piştgiriya hêzên YPJê  ye û got: ” wekî bajarê Hesekê 10 pankart li çarxereyên bajarê Sînalko, Merşo, Sîryetêl, Sebax , gerac û hwd… hatin daliqanidn .YPJ hebûna hemû jinan temsîl dike, ji ber vê yekê em piştgiriyê didin wê û divê bi fermî li Sûriyê were naskirin .”

Beyan got:”Em, wekî jin, piştrast dikin ku Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di Şoreşa Rojava de roleke girîng û berbiçav lîstine. Ew zihniyeta DAIŞê şikandin, ku armanc dikir bi her awayî îradeya jinan bişkîne. Em piştgirî didin YPJ’ê, û mafê hemû jinan e ku daxwaza naskirina hêza ku wan ji hemû cureyên tundûtûjî û terorîzmê parastiye bikin.”

Related Articles

Back to top button