
Endama Rêveberiya Kongra Star ya Almanyayê Fatma Tahir têkildarî Kampanyaya piştgirya YPJ’ê wiha axivî eû got ev kampanî gelekî giringe ji bo çarenûsa jinan di rojava û Sûriyê bi giştî de , ji ber ku a herî zêde di qadan de berxwedanî kir jina Kurd bû di şoreşa rojavayê Kurdistanê de di qadên leşkerî de berxwedanên dîrokî kirin û destanên dîrokî afirandin li her derê jin bû.
Fatma diyar kir ku pêwîste li her derê hemî jin li her deverê jin li ku be bila bibe ne tenê Kurd be ji hemî pêkhateyên dunyayê ên ku YPJ’e naskiribin gerek dengê xwe derxin û li YPJ’ê xwedî derkevin ev hêz ne tenê ji jinên Kurda û ne tenê berevanî di ber Kurdan de kiriye lê belê di ber jinên dunyayê hemî kiriye di nava YPJ de gelek jinên biyanî ên cîhanê hene û gihiştine asta şehadetê jî .
Dijmin gelek hesaban ji tevgera jin a leşkerî dike
Herwiya tekez kir ku di şerê Daişê de û di berxwedana Kobanê û şerê rojava bi giştî de jina Kurd rolek mezin lîst û dijmin hesabên mezin ji tevgera jin a leşkerî dike ji bo wê vî tiştî red dike, ji îrada jina Kurd hesaba dike lewra rê nede vê gavê ku pêş de here em jî wek civaka Kurd bi taybet milê jin erka me ye di her alî de em piştgiryê bidin vê Kampanyê û YPJ bi tenê nehêlin ev hêz îrade , nasname me ye û bervanî ji bo maf û mafdayîna jinê , civak û gelê xwe berxwedanî kiriye.
Fatma bang lı jınan kit ku pêwîste jina Kurd li her çar parçê Kurdistanê û Awrupa piştgirya vê kampanyê bike em bi hev re bi yek deng û yek dest em alîkarî û piştgirtiyê bikin ji bo bicihkirina Yekîniyên Parastina Jin di destûra Sûrî de ji ber ku ev pir giring e.
Di hemû êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê herwiha êrîşên li ser Şêxmeqsûd de ku di dema dawî de qewimîn ên bedelên herî giran dan dîsa jin bûn ,cenazeyên jinên me ji qatên bilind avêtin , keziyên wan qut kirin ji bo îrada me bişkînin lê belê bi ser neketin .
Fatma wiha bi dawîkir û got ku em jî li ser vî esasî piştgirya vê kampanyê dikin û em hemî YPJ ne pêwîste em bi vî rengî nêzîk bibin.



