
Di çarçoveya hemleya ku di 26’ê Nîsanê ji aliyê Tevger û Rêxistinên Jinan ji bo piştgirya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê Îro Kongra Star a bajarê Qamişlo pankatên wêneyên şehîdên Şervanên YPJ’ê li sere çarxereyên bajêr hildan .
Rêvberiya Kongra Star a bajarê Qamişlo Xebat Beşîr,diyar kir ku hedef û armanca me ji despêkirina vê kampaniyayê ewe ku di serî de Yekîneyên parastina jin Ypj’ê herwiha bi tevahî tevger sazî û rêxistinên jinan di destûra surî de bên naskirin ,ji ber ku îro em li vir wêneyên şehîdên jin yên Ypj’êbajarên xwe dixemilînin ji ber ku ew rûmeta me ne ,ji bo ev hebûn û rûmet her bê parastin emê heya dawî têbikoşin û li qadên çalakiyan bin.
Xebat di dawiyê de da zanîn ku ewas salên şoreşê di hemû êrîşên li ser rojava ku ji aliyê Daişê hovane herwiha Artêşa bi navê Cebhet El nusra di her eniyên pêş de Ypj’ê bû bersiv û di serî de civak jin û zarok parast,herwiha em jin wek dayik xuşk ên van şervanên jin heya em hebûn û naskirina jinan di destûrê de misoger nekin em heya serkeftinê têbikoşin.
Di heman çalakiyê de endama rêvebir a Kongra Star Ezîza Hesen,da zanîn ku armanca me beriya hertiştî xwedîderketina li destkevtiyên şoreşê û diserî de naskirna mafê jin di destûrê de ,ji ber ku Ypj’ê temsîşa gelê kurd û tevahî pêkhateyan dihewîne nava xwe lewma bi salane li rojavayê kurdistaê şoreşek tê li darxistin û di navê de gelek jin bûn berdêl di serî de jî Ypj’ê ji bo ku ev destkeftî bêne parastin em weke tevger û rêxistinên jin şopdarê rê vê kedê û şehîdan bin.
Çalakî bi diruşmeyên Bijî berxwedana ypj’ê. Jin jiyan azadî ,bi dawî bû.




