
Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava bi doza naskirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de meşek li dar xist.
Meş ji pêşiya avahiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê ber bi çerxerêya Osman Sebrî ve dest pê kir. Di meşê de pankartên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûn û welatê me ye” hatin vekirin û bê navber dirûşma hatin berzkirin.
Meş li çerxerêya Osman Sebrî ya li taxa Hilêliyê veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava Aram Hesen daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ziman ne tenê amûra vegihînê ye, lê belê hafîzeya dîrokî, sembola rûmeta neteweyî û bingeha hebûna her gelekî ye, fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî cîhanî û pîroz e.
Di dewama daxuyaniyê de hate xwestin ku divê zimanê kurdî wekî zimanekî fermî di destûra nû ya Sûriyeyê de were qebûlkirin û hate gotin, “Paşguhkirina zimanê kurdî û helwestên neyinî yên li hemberî wê înkarkirina gelê Kurd e û binpêkirina rêgezên jiyana hevbeş e.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin dê têkoşînê bidomînin heta ku zimanê kurdî wekî zimanê zanist, huner û azadiyê were naskirin.
Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.




