
Li bajarê Dêrikê bi sedan mamoste, xwendekar û şênî bi meşekê paşguhkirina zimanê kurdî şermezar kir û xwestin di destûra Sûriyeyê de were qebûlkirin.
Meş ji pêşiya Dibistana Yûsif El Ezma ya bajar dest pê kir. Girse bi pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Ziman xeta sor e, yên ku wê binpê bikin rewatiya xwe ji dest dide”, “Her peyvek kurdî çîrokek e” û dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” heya sûka navendî meşiyan.
Meş li sûka navendî sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre xwendekara bi navê Sîma Derwîş daxuyanî xwend.
Di destpêka daxuyaniyê de Roja Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd hat pîrozkirin û ji bo mîsogerkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
Di daxuyaniyê de pêşniyara hikumeta demkî ya dayîna perwerdeya zimanê kurdî du saetan tenê hat redkirin û hate gotin, gelê Kurd 15 sal e bi zimanê dayikê hîn dibe û israra wê ya mîsogerkirina mafê zimanî zêdetir dibe.
Her wiha hate destnîşankirin ku hebûna gelek zimanan li welatekî ne pirsgirêk e, lê pirrengiya civakî nîşan dide.
Di daxuyaniyê hat xwestin ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de wekî zimanê dayikê yê fermî were qebûlkirin û hate diyarkirin ku heya pêkanîna vê armancê tê bikoşin.
Rêveberiya Dibistanan ya bajarê Tirbespiyê bi armanca ku zimanê kurdî wekî zimanekî bingehîn di destûra Sûriyeyê de bê naskirin, meşek organîze kir.
Meş li pêşiya Rêveberiya Dibistanan hetanî avahiya meclisa bajêr dewam kir. Di meşê de bi sedan mamoste, xwendekar û şênî beşdar bûn.
Meşevan pankartên ku li ser wan hatibû nivîsandin ” Zimanê me hiyana me ye” û “Perwerdeya bi zimanê dayîkê bingeha zanistê ye” vekirin û dirûşmên bi doza naskirina zimanê kurdî berz kirin.
Meş li pêşiya avahiya meclisa bajar sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Rêveberiya Dibistanan Şîlan Hacî daxuyanî xwendin. Di daxwaniyê de hat zanîn ku zimanê kurdî bingeha zanistê ye û divê xwedî lê were derketin.
Her wiha hate destnîşankirin ku zimanê Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ye, ew rûmet, dîrok û hebûna gelê Kurd e, ev zimanê ku bi hezarên salan li ser xaka Mezopotamiyayê hatiye jiyankirin li hemberî zor û zordestiyê rû bi rû maye.
Di dewama daxuyaniyê de bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hat kirin û hate gotin: ” Rewşa zarokên me yên ku bi dehên salan di qadên perwerdeyê de bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bûne û xwendina xwe bi zimanê kurdî gihandina zanîngehan misoger bike. “
Bang li gelê Kurd jî hat kirin ku ji bo naskirina zimanê kurdî yê dayîkê di destûra Sûriyeyê di nava têkoşînê de bin.




