ÇalakîNûçeSlide

Insiyatîfa Ciwanên Rojava :Ziman Hebûna me ye Li Hebûna Xwe Xwedî Derkevin

Bi Boneya 15'ê Gulanê bi pêşengiya insiyatîfa ciwanên Rojava,Gelê Bajarê Qamişlo Bi Dilxweşî û Ṣahî Roja Zimanê Kurdî Li Parka Azadî Pîroz Kir.

Li seranserî rojavayê Kurdistanê Roja zimanê Kurdî bi çalakiyên Curbicûr hate pîrozkirin.
Gelê Kurd di vê rojê de careke din soza parastina zimanê bav û kalan kir û tekez kirin ku dê heya danasîneke fermî ji bo zimanê Kurdî dê têkoşîna xwe dewam bikin.
Bi boneya Roja zimanê Kurdî li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo Şahiya pîrozkirinê hat lidarxistin.
Bi sedan gel,ciwan û zarokên bajarê Qamişlo û gundewarên wê berê xwe dan şahiyê,şahî di saet 6:00’an de destpêkir.

Di serî de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin,paşê bixêrhatina beşdaran hate kirin.

Axaftina destpêkê ji aliyê fermandara YPJ’ê Roksana Mihemed ve hate kirin .
Roksana wiha dest bi axaftina xwe kir û got ez îro gelekî kêfxweş im ku bi ciwanên rojavayê Kurdistanê re di rojekî wisa taybet de hazirim, roja zimanê Kurdî.
Ev roj destpêkê li bav û kalên me û dayikên me pîroz be yê ku heta roja îro ev ziman parastin, li şehîdên me yê ku bedêl dan ku em rojên wisa serbilind jiyan bikin û bi zimanê xwe biaxivin, bi çanda xwe û bi nasnama xwe jiyan bikin.
Ev roj li mamosteyan li xwendekaran û hemû hezkiryên zimanê Kurdî pîroz be.
Roksana diyar kir ku bi navê şervanên YPJ’ê ev roj li we hemûyan pîroz be,helbet bi berdêlên giran heta niha şehadetên ku hatine dayîn,têkoşîna ku heta îro tê meşandin, ji bo parastina zimanê me hebûn û çanda me bîr û baweriya me yê ku hiştiye di roja îro de em li vir bin, em jiyan dikin .
Di dawiyê de got ku di vê roja pîroz de biryardariya me , soza me ewe ku mafê me ,hebûna me, zimanê me,xwedîderketina li şehîdan her doza me ya esasî be û bingehîn be di vê têkoşînê de careke din 15’ê Gulanê li we û tevahî gelê Kurd pîtoz be.

Paşê bernameya hunerî destpêkir.
Helbestvan Dilyar Osê du helbestên girêdayî axa welat û parastina şervana jê re got.
Herwiha koma Elefterya ya bajarê Dêrikê çend stranên gelêrî pêşkêşkirin.Piştre hûnermend Danîş Botan bi Stranên xwe yê navdar û xwelatparêzî derket ser dikê.

Di dawiyê de jî hunermend Bilind Osman çend stranên şêxanî pêşkêş kir .
Şahî bi stran û gerandina govendan dewam kir.

Related Articles

Back to top button