
Tevgera Hilal Zerîn li parêzgeha Hesekê ji bo piştgiriya YPJ`ê mîtingek girseyî li Parka 4`ê Nîsanê li banarê Hesekê li dar xist. Bi sean şêniyên bajêr û nûnerên rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Qada mîtingê bi wêneyên şehîdan û sembolên Şoreşa 19`ê Tîrmehê hatibû xemilandin.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Kordînasyona Giştî ya Kongra Star Welîde Botî axivî û got: “Bi hinceta ‘Em hebûna hêzên jinan di nav artêşa Sûriyeyê de qebûl nakin’, ew dixwazin îradeya me bişkînin. Bi heman hincetê, bi zihniyetek baviksalar, ew dixwazin vê hêza ku ji bo tevahiya cîhanê bûye nimûne bişkînin.”
Piştî axaftinê komên girêdayî Tevgera Hîlal Zerîn stran û govend pêkêş kirin.
Çalakî bi stran û govendê û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.




