
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27 sal in ji aliyê dewleta Tirk ve di encama komployeke navdewletî de hatiye girtin, heya niha di bin tecrîdê de ye. Her kes ji jin, ciwan, kal û pîr li bendê bûn ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku hatiye raghandin, Abdullah Ocalan bi awayekê fîzîkî azad bibe.
Pêvajoya ku ji 27’ê Sibata sala 2025’an de destpê kiriye, heta niha jî ji aliyê dewleta Tirk ve tu guhertin di şert û mercên girêdayî azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çênebûye.
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger helwesta xwe bi riya rêxistinkirina meşeke girseyî nîşan dan. Di meşa ku bi sedan ciwan, jin, gel û endamên sazî û dezgehên herêmê amedebûn de; posterên Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên “Bi rihê yekîtiya komînal em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin”, “Rêberê me hêza me ye, bi yekîtî û têkoşînê em ê bi serkevin” û “ciwan fedayîyên Rêber Apo ne” ji qada Jina Azad destpê kir û li qada Aştiyê rawestiyan. Di meşê de bê navber siloganên ku daxwaza şikandina pergala Îmraliyê dikin, hatin qîrkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê ciwanên Kobanê Mihemed Mihemed axivî û soza bilindkirina têkoşînan ciwan ji bo misogeriya azadiya fîzîkî a Abdullah Ocalan da.
Ji aliyê din ve Rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêranê Nadiya Hiso jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan a di vî warî de û wiha got: “Em ê weke jin bibin pêşengên mayîndekirina aştî û aramiyê ku dê ev yek bê azadiya fîzîkî a Rêber Apo pêk neyê.”




