
Xelkê Taxa Qidûrbek Ya Bajarê Qamişloyê 30’mîn Salvegera Şehadeta Zeyneb Kincî(Zîlan) bi Lidarxistina Semîneran Bibîranîn
Di serî de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin
Paşê rêvebera Kongra Star Şervîn Mihemed bixêrhatina beşdaran kur û dest bi dayîna semînerê kir û wiha pêde çû di kesayeta heval Zîlan em hemû şehîdên tevgera azadiyê bibîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin, em salvegera şehadeta Zîlan bibîrtînin û soza xwe bi şehîdên xwe re nû dikin.
Zîlan di sala 1972’an li gundekî Kurdistanê girêdayî Malatyayê hate dinyayê dema hîn zarok bû di zaroktiya xwe de diçe dibistanê û şagirteke pir jêhatîbû dema dighêje asta bilind a dibistanê û pileyên bilind tîne û dibe bijîjka derûnî ya piskolok dema bawernameya bijîşkiryê dibe pê qeyil nabê û nasekine êdî dest bi lêkolîna li ser Kurdistanê civaka kurdistanê û jina kurd kir
Di wê lêgerînê de rastî pirtûkê rêber Abdullah Ocalan tê bi fikir û îdyolojiya rêver Abdullah Ocalan xwe dike yek di wir de fam dike ku gerîlayên Kurdistanê hene wek ku jina Kurdistanê li çiya bi çiya digere wek kesayeteke şoreşger wek insanekî ku hertim dilê wê û mejiyê wê li azadiyê digere
Di 1990 di nava gelê xwe de civak ,jin û dayika kurd zane dike û pêş dixwîne û sala 1995’an derbasî çiyayê Kurdistanê yê azad dibe, di sala 1996’an de fikra rêber Apo li dunyayê bû sîstemek êdî herkes li gel sîstema rêber Abdullah Ocalan bû lê dijminê xweînvmij hertim li hemberî fikirê rêber Abdullah Ocalan her êrîş dikir di 1996’an de komploya navnetewî dixwest destpêbike êrîşên giran li ser kesayeta rêber Apo dixwestin pêk bînin lê heval Zîlan vê fam dike û dizane û dibêje di vê pêvajoyê de gereke çalakiyê mezin werin pêkanîn çalakiyek bi wate em bikin .
Şervîn diyar kir’ku di wê demê de şehîd Zîlan biryar dide ku derbeyekî mezin li dijmin bixin di hundirê dewleta Tirk da cihekî ku em hilbijêrin di hundirê Dêrsimê de Zîlan xwe hazir dike û dibêje çawa dijmin komkujiyan di hundirê Dêrsimê de pêk tîne gerekî em jî di wir da derbeyên giran li wan bidin .
Dijim pir dixwest ku rêver Abdullah Ocalan hedef bigre lê bibin diket xwestin ku rêberê tevgera azadiyê hedef bigrin ta ku hilweşe ,zîlan dibêje gerek em rêber û hereketa xwe biparêzin ew erebeyên xwe bombe dikin û ser me dibarînin ,ezê bi canê xwe hemû hezirtiyên xwe bikin û derbasî nava artêşa Tirkyê bibim
Di dema roja mersîmê leşkerên Tirkiyê de heval zîlan derbasî wir dibe û xwe diteqîne di wir de tirsekî mezin dixe hundir mejiyê dijmin di wir de heybeta jina Kurd diyar dibe .
Zîlan peyama xwe ji rêber Abdullah Ocalan û jina Kurd re dinvîse û dibêje ji bo rêber Apo û gelê Kurd û jina kurd ger ji canê min buhatir heba min dê ji bo vê tevgerê bida ez pir ji jiyanê hez dikim ji bo jiyanekî azad,wekhev,demokras dibe ku mirov canê xwe jî bide .
Şervîn di dawiyê de got gerekî gelê Kurd di hundir jiyanekî azad de jiyan bike ji bo ku em bi vî rengî jiyan bikin pêwîste em her li ser lingan bin û fedekar bin û hedef û armanca şehîdên xwe pêk bînin.




