
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarên Dirbêsiyê û Girkê Legê 2 meşên girseyî hatin lidarxistin.
Meşa li Girkê Legê ya ku xelkê bajarên Dêrik û Çilaxa tev lê bûne, ji Qada Şehdî Xebat dest pê kir û li tevahî kolanên sereke geriya. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û diruşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Li sûka navendî, meş veguherî çalakiya protestoyî. Li wir endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Cizîrê Mihemed Ebdurehîm axivî û got daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan temsîla vîna gelan a aştî û demokrasiyê dike.
Meşa Dirbêsiyê jî ya ku xelkê bajarên Til Temir û Zirganê beşdar bûn, ji Çerxerêya Serêkaniyê ber bi navenda bajarê ve dest pê kir. Li wir veguherî mitîngê, endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDˊê Aldar Xelîl axivî û diyar kir ku tevahî beşdar di bin diruşma azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de hazir bûne. Xelîl destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe di oxira azadî û demokrasiyê de terxan kir.
Xelîl anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji 27 salan ve di girtîgehê de tê dikoşe û temsîla hêviya gelên li tevahî cîhanê û parçeyên Kurdistanê dike. Fikir û felsefeya wî bingeha avakirina neteweya demokratîk in.
Di dawiyê de Aldar Xelîl destnîşan kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têgehên jiyana azad û azadiya jinê xurt kir. Gelê herêmê li gorî fikir û felsefeya wî berxwedanê didomîne.
Her du meş bi diruşma “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bûn.




