CivînNûçeSlide

Kongra Star li Hesekê 30’emîn salvegera tekoşer Zîlan bi bir anî

Xelkê bajarê Hesekê 30emîn salvegera şehadeta têkoşera jin Zîlan (Zeyneb Kenacî) bi bîr anîn, têkoşîna wê û nirx û prensîbên ku ew ji bo wan şehîd bûye bi bîr anîn.

Kongra Star li Hesekê ji bo bîranîna 30 saliya şehadeta çalakvan Zîlan (Zeynep Kinaji) li Navenda Çand û Hunerê ya li Taxa Miftiyê civînek girseyî li dar xist. Bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl û şêniyên bajêr beşdar bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre dayikên şehîdan mûm ji bo bîranîna tekoşer  Zîlan pêxistin. Di civînê de, beşdaran li ser jiyana wê, têkoşîna wê û qurbaniyên ku wê di nav tevgera Apoyiyan de kiriye nîqaş kirin.

Endama Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk Rûken Ehmed, li ser peyama ku şehîd Zîlan dixwest bi çalakiya xwe ya fedayî bighîne dijmin wiha axivî û got, ku fedayîtiya lehîd Zîlan di dîroka tevgera jinên Kurd de xalek girîng nîşan da, û ezmûna wê rola jinan û şiyana wan a beşdarbûna di jiyana rêxistinî, civakî û siyasî de piştrast kir.

Rûken diyar kir ku tevî ku Zîlan tenê salek piştî tevlîbûna tevgerê şehîd bû jî, karîbû xwezaya wê serdemê fam bike, ku tê de êrîşên hêzên navneteweyî û herêmî yên li dijî tevgera azadiya Kurd zêde bûn. Wê tekez kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bingeha analîza Zîlan a li ser rastiya ku ew dijî pêk aniye.

Wiha lê zêde kir ku peyama Zîlan pabendbûna wê bi nirxên mirovî û baweriya wê bi têkoşîna ji bo jiyanek azad û watedar piştrast kir, û motîvasyonên wê  ew bû parastina wan nirxan bi lêhurbûna wê ya têkoşînê ve girêdayî ye.

Zeyneb Kinaci (Zîlan), ku di sala 1972an de ji dayik bûye, piştî ku wê di 30ê Hezîrana 1996an deçalakiya fedayî pêk anî, ku paşê bû mîladek girîng di dîroka tevgerê de, yek ji sembolên herî berbiçav ên bi têkoşîna jinên Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ve girêdayî ye.

Related Articles

Back to top button