
bi rasthatina 30 emîn salvegra şehadeta Zîlan (zeyneb kinaci) endama federasyona gaziyan û gaziya şer Zarîn Kobanê û Cûdî Cizîr bi vê boneyê nirandin û soza şopandina rêya zîlanan nû kir.

Zarîn Kobanê,diyar kir çalakiya şehîd Zîlan li hember dijmin, xayîn û hevkaran bû bersiveke bêhempa û got, “Weke gaziyên şer em ê timî di rêya Zîlanan de bimeşin”
Gaziya şer û endama federasyona gaziyan Zarîn Kobanê bi boneya 30. salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) nirxandin kir.
Zarînê di destpêka azaftina xwe şehîd Zîlan bi bîr anî û ev anî ziman, “Çalakiya Zîlan a dîrokî Tevgera Azadiyê mezin kir û serê gerîlayên azadiyê gihand stêrkan. Îro jî em hemû Kurd bi serê Zîlanê sond dixwin û têkoşîn dikin. Zîlan pêşeng û xwedawenda me ye û em jî hevrê û şagirtên wê ne. Hevrê û fermandar Zîlan ji gelê Kurd û tevahî jinan re bû sembola jiyana bi rûmet.”
Gaziya şer Zarîn bal kişand ku Zîlan ji bo tevahî şoreşgeran bû hêvî û îlhama serxistina şoreşê û got, “Em weke jin û gelê Kurd deyndarên xwedawenda xwe Zîlan in. Piştî çalakiya bi heybet a Zîlan bi sedan jinên ciwan bi heyecan û baweriya azadiyê berê xwe dan çiyayan, navê xwe kirin Zîlan. Şoreş, jiyan, têkoşîn û berxwedan divê çawa be hevrê Zîlan bi kesayet û çalakiya xwe diyar kir. Çalakiya hevrê Zîlan li hember dijmin, xayîn û hevkaran bû bersiveke bêhempa. Rastiya şoreşgerên Apoyî çawa ye, bi çalakiya Zîlan şênber bû.”
Zarîn Kobanê di dewama axaftina xwe destnîşan kir ku çalakiya şehîd Zîlan bû xeta berxwedanê ya fedaî û wiha axivî, “Pêşengên azadiyê Sema Yuce, Rojbîn Ereb, Dîlan Wan, Berwar Çelê, Şaristan Cizre û hwd. gelek şêrejin û mêrxasên çiyayî li ser xeta xwedawend Zîlan çalakî kirin û destanên berxwedanê nivîsandin. Xwedawend Zîlan ji bo wan qehremanan bû rêzan û pêşenga hemdemî. Zîlan jineke ji xwe bawer û jêhatî bû. Çalakiya xwe wer bi zanebûn û hostatî kir ku ruhê dijmin jî pê nehisiya û her kes matmayî hişt. Ji ber wê Rêber Apo got, ‘Zîlan rêber û pêşenga me ye.’ Rêbertî Zîlan weke xeta Tevgera Azadiya Jin û şoreşê bi nav kir.”
Gaziya şer Zarîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Weke gaziyên şer em ê timî di rêya Zîlanan de bimeşin. Li gor erk û mîsyona Rêbertî daye gaziyan em ê xwedî li ked, têkoşîn û mîrasa berxwedaniyê ya Zîlan derkevin. Ez di şexsê xwedawend û şêrejina Kurd Zîlan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Soza xwe ji wan re nû dikim û dibêjim şehîd namirin.”

Cûdî Cizîr jî wiha nirxand û got: Eger wê jiyanek hebe divê bi tarzê hevrê Zîlan be
Beriya her tiştî divê were zanîn ku çalakiya heval Zîlan bersiveke li hemberî polîtîkayên dijmin ên sînoran nas nake û xwe bi ti pîvanan girêdayî nabîne ye. Çalakiya Heval Zîlan îdeolojîk, felsefîk û li gor xwendina zemanê pêvajoyê ye. Ji lewra Zîlan xwedawenda me û xeta jiyana me ye.
Ji bo hemû şoreşgeran jî eger wê jiyanek hebe divê bi tarzê hevrê Zîlan be. Ti wateya jiyanek ji derveyî vê nîne. Zilan bû sembola azadiyê. Hevala Zîlan dibêje; “Xwezî tiştek ji canê min zêdetir heba min bida.” Vaye bi vê biryarbûnê bi ser dijmin de diçe. Divê em jî bi vê îdîa û biryarê jiyana xwe bi rêk û pêk bikin, xwedî li nirxên xwe derkevin û têkoşîna rûmetê pêş bixin.
Şopdariya fedaiyên bi hêviyê xwe xwedî dikin, ji bo me yek ji wezîfeyên herî mezin û pîroz e. Xwedawend Zîlan Rêber Apo û pêvajo pir baş fêm kiribû. Çalakiya heval Zîlan, hemû hedef, plan û hesabên dijmin serûbin kir.
Zîlan cewherê rastî û heqîqeta jinê ye. Jineke zana, fêmbar, wêrek û esîl bû. Bi zanebûneke kûr û lehengiyeke bêhempa çalakiya xwe pêk anî. Divê mirov bi jiyana xwe ji hevrê Zîlan re bibe bersiv û xwedî kesayeteke layiqî wê.
Zîlan kesayetek fedayî û xwedî dilekî fireh bû. Tevgera Apoyî cihê kesên mîna hevrê Zîlan in. Yên dil û asoya wan ne fireh bin, nikarin bibin kesên xwedî têkoşîn û berxwedana mezin. Şoreşgerî karekî herî zehmet yê cîhanê ye. Şoreşgerên Apoyî ev kar bi serxistin . Wê gelê Kurd jî bi Zîlanbûnê têkoşîna xwe di pêşengiya Rêber Apo de teqez bigihîne serketinê.
Her şehîdek ji bo me çavkaniya hêz û moralê ye. Pênaseya bilindkirina têkoşîn û tolhilgirtinê ye. Zîlan di demên herî dijwar de herikîna dîrokê guhert. Ew jinek milîtana rast a xetê bû. Divê her jin bi têkoşîn û berxwedana xwe armanca Zîlan jîndar bike. Hewce ye hemû jinên azadîxwaz xeta Rêbertiyê û pîvanên jiyana azad di sekna xwe ya jiyanê de esas bigirin.
Weke şoreşgeran em ê rengên tabloya jiyanê ya hevrê Zîlan di dilê me de hişt her tim zindî bihêlin. Min dema nameya xwedawenda me hevala Zîlan a xîtabî Rêbertiyê nivîsandibû dixwend, gotin di qirika min de bûn girêk. Ez her dema dixwînim pir bandor dibim. Em xwedawenda xwe ya mezin û jina Kurd heval Zîlan û hemû şehîdên têkoşînê bi rêzdarî bi bîr tînin. Careke din soza meşa di şopa wan de û biserxistina armancên wan dubare dikim.



