CivînNûçeSlide

Şehîd Zîlan li Kobanê ,Dirbêsiyê û Zirganê hat bi bîranîn

Kongra Star ji bo bîranîna şehîd Zîlan li bajarên Kobanê ,Dirbêsiyê û Zirganê civîn li dar xistin.

Ji bo salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kinacî) a 30’emîn, Kongra Star îro li bajarên Kobanê , Dirbêsiyê û Zirganê civînên cuda li dar xistin.

Bi dehan endamên rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn ku li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk a Kobanê pêk hat.

Civînç bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Konga Star Bakîra Sincar axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîd Zîlan û rola wê di tevgera azadiya jinan de.

Di civînê de her wiha nameya ku şehîd Zîlan berî ku çalakiya xwe ya fedakariyê di 30`ê Hezîrana 1996`an de pêk bîne nivîsandibû, hate xwendin, piştre sînevîzyone li ser têkoşîna şehîd Zîlan hate pêşandan.

Li Dirbêsiyê jî civîn li Navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin. Endama Kongra Star Emanî Ehmed axivî û behsa têkoşîna şehîd Zîlan, taybetmendiyên wê yên rêbertiyê û rola wê di xurtkirina têkoşîna jinan a ji bo azadî û rûmetê de kir.

Emanî her wiha bal kişand ser girîngiya berdewamiya li ser rêya şehîd Zîlan û berdewamiya têkoşînê heta ku jin maf û azadiyên xwe bi dest bixin.

Civîn bi dirûşman bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button