CivînNûçeSlide

Kongra Stra li Dêrik û Girkê Legê 30’emîn salvegera Şehîd Zîlan bi bîr anî

Kongra Star li bajarên Dêrik û GırkêLegê, 30'emîn salvegera şehadeta têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinaji) bi rêya semîner û civînan bi bîr anî, ku beşdaran soza xwe ya berdewamiya têkoşînê li ser şopa wê piştrast kirin û wê wekî sembola îradeya jina azad û di oxira azadiyê de bi fedekarî têbikoşin .

Kongra Star li bajarê Dêrikê îro li Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê, bi beşdariya bi sedan niştecih û nûnerên rêxistinên jinan, ji bo bîranîna 30 salvegera şehadeta  Zîlan (Zeynep Kinaci) civînek giştî li dar xist.

Çalakî bi deqeyek bêdeng ji bo rêzgirtina şehîdan dest pê kir. Piştre Arjîn Amed, rêvebera Kongra Star, semînerek pêşkêş kir tê de jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan nirxand, û tekez kir ku ew bûye îkonek ji bo jinên azad û bi hezaran jin ji bîrdozî û têkoşîna wê îlham girtine.

Wiha li axaftina xwe zêde kir ku şehîd Zîlan jiyana xwe ji bo parastina doza jinan û gelê xwe li dijî rejîmên zordar  feda kiriye, û tekez kir ku pêwîst e jin li ser şopa wê têkoşînê dom bikin, û nêzîkatiya wê wekî rêyek ber bi azadiya jin û civakê ve bihesibîne.

Arjîn Amed axaftina xwe bi tekez kir ku bidestxistina azadiya jinan têkoşîn û çalakiyên xurtir hewce dike, û banga xurtkirina hewldanên ji bo bicihkirina nirxên azadiyê ji bo gelên herêmê kir. civîn bi dirûşmeyên ku şehîd namirin bi dawî bû.

Di di heman çarçoveyê de, Kongra Star li bajarê Girkê Legê 30,emîn salvegera şehadeta têkoşer Zîlan bi civînekê li Hola Sendîkaya Karkeran a bajarokê Rimelan bi bîr anî. Bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl, ligel şêniyên bajêr, beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir, piştre Rûken Hesen, rêvebera Kongra Star, semînerek pêşkêş kir,herwiha li ser jiyana şehîd Zîlan axivî û tekez kir ku çalakiya wê ya fedayî di dîroka tevgera azadiya Kurd de xalek girîng nîşan da û beşdarî xurtkirina îradeya berxwedan û têkoşînê bû.

Wê girîngiya şopandina rêya şehîd Zîlan û hemû şehîdan destnîşan kir, û qurbaniyên wan wekî çavkaniya îlhamê ji bo berdewamiya têkoşînê û bidestxistina azadiyê bi nav kir.

Çalakî bi pêşkêşkirina vîdyoyekê bi dawî bû ku tê de perçeyên ji analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser kesayetiya şehîd Zîlan, rola wê ya têkoşînê û cihê wê di dîroka tevgera azadiyê de hebûn.

Related Articles

Back to top button