GotarNûçeSlide

Gazî parêzvanên şoreşê ne

Çawa dest pê bikim, gelo wê peyv bikarin we vebêjin, wê hibir hêza vegotinê bikare biafirîne? Peyv di vedigotina we de têr nakin. Bi êşa ku bi derengmayînê re dide min, dixwazim pênûsa xwe re dest bi gotinên xwe bikim. Bi qasî rêwîtiya di oxira azadiyê de berdêldayin, tiştek bi nirxtir nîne. Di vê rêwîtiyê de gelek berdêlên giranbiha hatine dayîn. Rêbertiya me ji bo em bibin xwedî hebûn û em xwe nas bikin, xwe feda kir. Di çavkaniya şerên ji bo azadiyê tê dayîn de xwesteka xwegihandina jiyanek baş heye. Belê  gazîtî nûnerê şehîdan e. Gazî kêsê ku serkeftinan bi dest dixe û di xeta serkeftinê de dimeşe ye. Şehîd yên serkeftinê bi dest dixin û nûnertiya serkeftinê dikin in. Ji bo hevrêyên gazî jiyan pîroz e. Ji ber wê gazîbûyîn tê wateya parêzvanên jiyanê. Yanî ez dikarim bêjim ji bo şoreşgeran di jiyana bi berxwedanî de azadî heye. Hele mirov nav şoreşê de gazî be, vîna mirov a xurt gera azadiyê û hêza têkoşînê îfade dike.

Bi qasî mirov ji diyalektîka jiyanê fêm dike ewqasî azadiyê, bi qasî mirov  azad dibe ewqasî wateyê li jiyanê bar dike û mîna biharê xweşik dibe. Weke biharê her tim xwe zindî girtin jî çavkaniya xwe ji cewherê çalakbûna  mirov digire. Ger jiyan bi şoreşgeran geş  dibe hevrêyên gazî di asta azweriyê de bi jiyanê ve girêdayî ne, tevî hemû zehmetiyan bi jiyanê re dikenin… Jiyan ji bo me nirxa herî pîroz e. Ev jiyan dareke û bi xwîna hevalên me hatiye avdan. Bi qasî mirov ji jiyanê hez bike wê azad bike û azad be. Tişta me bigihîne azadiyê dê ev pîvan be.

Gaziyên şoreşê kulîlkên Kurdistanê ne ji ber vê çendê xeta sor in. Gelo timî evqas zehmet e mirov li ser gazîbûna hevrêyên xwe binivîsîne? Bi rastî dema min pênûs xiste destê xwe min fêm kir ku karekî pir zehmet e. Bîranîna hevrêyên me yên gazî çavkaniya hêza me ya têkoşînê ye. Her gazîyek girêdana me ya bi dozê qewîmtir dike. Gaziyên Tevgera Azadiyê barê azadiya welat li pişta xwe kirine. Têkoşîn her tim hilbijartinan dixuliqîne. Mîna kêsên wek hêvrêyên gazî diafirîne. Bi qasî mirov têdikoşe dikare azad be. Divê mirov tevî hemû zor û êşan dildariya xwe ya jiyanê winda neke û her tim girêdanek wê hebe. Bêguman ti mirov mukemel nîne.  Em paşverûtiyên pergalê red dikin û tên warên pîroz. Em wisa dihizirin bi van warên pîroz re em jî pîroz dibin, lê ji bo gihiştina asta pîroziyê divê hewldan bên dayîn.

Hevrêyên min ên gazî, bi rîtma dilê min ê bi lez lê dide, ez li ser peyvên ku we pênase bikin dihizirim. Her çiqasî ez peyvên pir baş bihizirim  jî di ferqa, wê hin tişt her kêm bimînin de me. Belê hevrêyên min ên xoşewîst; enerjiya wê diherike nav jiyanê. Ji ber wê  divê mirov wate bide jiyanê. Jiyan pîroz e. Di çavkaniya jiyanê de her tim lêgerîna xwegihandina jiyana herî xweşik heye. Şoreşger û gazî ji bo vê hemû zehmetiyan didin ber çavan. Gaziyên Apoyî baş dizanin wê li ku derê çi bikin.  Dema wexta wê hat helwesta xwe raber dikin. Ji bo jiyanê xweşik bikin şerên herî mezin didin. Her tişta mirov dijî, di dil û mejiyê xwe de qeyd dikin. Her weke makîneya wêneyan dema dîmenekî digire. Bûyer, diyarde, mirov, hest û bi kurtasî gelek tiştên mirov dibêje min ji bîr kiriye, di kêliyek mirov qet nafikirî de dizivirin. Gelo jiyan dê hîn çi fêrî me bike, çi nîşanî me bike! Ba, gotin û darek tiştên mirov berê jiyane tîne bîra mirov. Carinan jî di xewnên mirov de xwe didin nîşandan. Yanî bîranîn winda nabin hevalên min… Hevrêyên min ên gazî, dixwazim bi zimanê dilê we bibim çalakiya jiyanê. Ti peyv nikare rastî, azwerî, azadî û xweşikbûna di rihê mirov de pênase bike. Tenê dikarim li hemberî xeta  jiyanê xwe lêpirsîn bikim. Weke gazî û milîtanên Apoyî divê em bibin ew fedaî ku bi îdeolojiya Rêber Apo li dijmin bixin, nirxên ji mirovahiyê hatine standin jinûve ronî bikin û bijîn.

Gaziyên Tevgera Apoyî ferdên bi zanist in. Yanî hevrêyên gazî parêzvanên şoreşê ne. Şoreşên roja me şoreşên ku xwe disipêrin zanistê ango şoreşên zanistî ne. Divê mirov zehmetiyan veguherîne hêz û azadiyê. Di rastiyê de yên  ji bîrdoziya Rêber Apo ava herikîna vejînê vexwaribin, ti astengiyan nas nakin û dest ji rojên azadiyê bernadin. Hevrêyên gazî kedkarên jiyaneke tijî tijî ne. Tiştekî ku neyê fêmkirin nemaye.  Di felsefeya me ya jiyane de her tişt tê zimên. Mîlîtanek beriya her tiştî bi jiyana xwe diyar dibe.

Em pir baş dizanin ku çîroka jiyana her gazîyekê/î heye. Çîroka her hevrêyek gazî romanek e, her romanek jî cîhanek e. Çîroka kesên jiyana rastî dijîn û bi hemû hisên xwe ber bi rastiyê ve diçin, xwe ji bo siberojên azad feda dikin. Bilêvkirina vê jî gelek zehmet e. Her wiha  ji bilî hevaltiyê ti tiştê me yê din tine. Dilsoziya bi hevaltiyê çêbûye bi hêsanî peyda nabe. Belê, hevrêyên gazî reseniyên vê dozê û dilsozên vê xetê ne. Hevrêyên gazî ronahiya Kurdistanê ne. Em hêvî dikin hevrêyên min ên gazî  di her demê de bi tendurist bin. Ez hevrêyên xwe yên gazî silav dikim û soz didim ez ê wan timî bidim jiyandin. Ez ê her tim bi hevrêyên xwe yên gazî re  rêwîtiyê bikim, bi wan re bijîm û dilê min wê bi hezkirina wan lê bide. Bi hêviya em ê hev bibînin bi xatirê we!

Cûdî Cizîr

Related Articles

Back to top button