Rêber Apo: Ne tenê hilberîna teoriyê divê xeteke ku rêyên pratîkê jî vedike bê afirandin
Rêber Apo: Hûn di nava hewldana avakirina çarçoveyeke xurt a teorîk de ne. Lê belê, pêwîstiya dema nû ne tenê nîqaşên teorîk e, di heman demê de pêwîstî bi xeteke weşanê heye ku di nava jiyanê de bersivê dibîne, civakê bi rêxistin dike.

Peyama ku Rêber Apo ji bo xebatkarên rojnameya Komînal şandî û di hejmara Tîrmehê de hatî weşandin, bi vî rengî ye:
Di nava hêvî û kelecanê de min rojnameya we ya nû dît. Xuya ye we navê wê kiriye Komînal. Ya rast Komunar jî dikarîbû bibûya. Lê belê min ev nav jî eciband. Rewşeke bi wate û dîrokî ye ku di dema nû de rola Serxwebûnê hildaye ser milê xwe. Beriya her tiştî serketinê ji we re dixwazim.
Xuya ye hûn di nava hewldana avakirina çarçoveyeke xurt a teorîk de ne. Lê belê pêwîstiya dema nû ne tenê nîqaşên teorîk e, di heman demê de pêwîstî bi xeteke weşanê heye ku di nava jiyanê de bersivê dibîne, civakê bi rêxistin dike, rê û rêbazên pratîkî diafirîne. Ji ber vê yekê di wê baweriyê de me ku divê hûn giraniyê bi taybetî bidin ser sernavên rêxistiniya pratîkî. Ji ber ku serdema nû wê êdî ji bo me bibe serdema pêngava komunalîteyê.
Weke ku tê zanîn, hebûna Kurdan rastiyeke gelekî qedîm e. Dibe ku xala destpêkê ya destpêkirina mirovê modern e. Ji ber ku yek ji diyarkerên dîroka qedîm e, karîbûye taybetmendiyên xwe bigihîne heta vê serdemê. Bi vî rengî weke gelekî bêemsal hebûna xwe parastiye. Lê belê ev taybetmendî di heman demê de bûn sedem ku bibin navenda zext, zilm û êrişan. Erdnîgariya Kurdistanê veguherî zemîneke ji înkar, îmha û qirkirina bi rêk û pêk. Dîroka antropolojî û ontolojî ya Kurdan, her wiha pêşketinên wan ên çandî ji ber vê yekê li xiyanetê rast hat. Ji ber vê nakokiyê Kurdîtî ji Kurdbûnê dûr ket û weke kadavrayekî birîndar bû.
Bêguman qirkirin ne tenê li gelê Kurd hate kirin. Lê belê ne weke gelên ku bi qirkirinê tine bûn ji holê rabû, ne jî bi rengekî hemdem karîbû hebûna xwe bi dewleteke li ser bingeha neteweyê şênber bike; berevajî vê yekê li hemberî êrişên hilweşîner ên her serdemê form û şêweyê xwe yê berxwedanê li gorî xwe û kevneşopiyên xwe yên qedîm ava kir. Lewma bêemsal e. Mixabin gelekî bi qasî mirovahiyê xwedî dîrokeke kevn e û dilsozê nirxên xwe yên qedîm e, di bin zexta netewe-dewletan de ku nûnerê kujerê kastîk ê sedsala bîstî ye, bi tinebûnê re rû bi rû hate hiştin.
WEKE HÊVIYA GELEKÎ ME DESTPÊ KIR
Di rewşeke welê ya hişk a înkarê de, ji bo gelekî ku ji xwebûnê hatibû dûrxistin, ne tenê beden her wiha xeyalên xwe jî di gorê de hatibûn veşartin û bi pirsgirêka hebûnê re rû bi rû bû, em weke hêviyê rabûn. Di payîza 1978’an de gava ku hejmara destpêkê ya Serxwebûnê hate weşandin me gotibû, ‘Em ji vê rewşa ku Kurd lê hatine bicihkirin fedî dikin û ev yek ji bo serxistina wezîfeyên xwe wê bibe çavkaniya rasteqîn a hêzê’. Li ser vê bingehê bi dirûşmeke ji du gotinan ku bi bêdengî belav bû me hewl da ku dîrokê biafirînin, rastiyê ava bikin. Di atmosfera înkar, îmha û asîmîlasyonê de me pratîka reva ji hebûna xwe ya Kurdan bi têkoşîna mezin a ji 52 salan berevajî kir û pêvajoyeke nû ya dîrokî da destpêkirin. Me derbên giran li koletiya bi dilxwazî, li înkara bi dilxwazî xist.
Di encamê de PKK’ê wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî û rastiya ku em jê re ‘Hebûna Kurdan’ dibêjin hem ispat kir hem jî kir ku ev rastî bê qebûlkirin. Rastiya ku em jê re hebûna neteweyî yan jî hebûna Kurdan dibêjin bi vî rengî derkete ser rûyê erdê. Di asta heyî de Kurd veguherîne rastiyeke dîrokî ku êdî nikare bê înkarkirin. Qonaxa hebûnê temam kiriye û derbasî nava dema pêkanîna azadiyê bûye. Ev yek serketina PKK’ê ya di asta serfiraziyê de ye. Destketiya antropolojîk e, destketiya ontolojîk e.
SERXWEBÛN KARÎBÛ BIBE NAV, ZIMAN Û RUHÊ DEMEKÊ
PKK’ê herî zêde di mejiyê mirovan de ronahî û hişyarbûn afirand, rastiyeke welê bi xwe re anî ku li şûna ji hebûna xwe şerm bike, pê serbilind dibe, hewl dide bibe ya xwe û xwedî li nirxên xwe derdikeve. Ev serketina PKK’ê ji ber afirandina vê rastiyê bû. Serxwebûn yek ji wan bû ku ev hişyarbûna Kurdan pêk anî, ji gava destpêkê ya PKK’ê û pê ve bû dengê wê, qîrîna raperîn û azadiyê ya li çiyê, zindanan û kolanan mezin dibû gihand ciwan, extiyar, jin, zarok; hemû beşên civakê û bi vî rengî bû yek ji hevrêyên herî mezin ê vê meşa bi zehmet. Rêwîtiya ku di sala 1978’an de bi daktîloyeke ku dihate veşartin destpê kir, hemû zor û zehmetiyên têkoşînê li pey xwe hişt û bû kevirekî esasî û girîng ê pêşketina aqlê Kurd ku em îro dikarin bi hêsanî qalê bikin. Lewma Serxwebûnê di dema xwe de pêngava partiyê ji xwe re kir esas û di vê mijarê de roleke dîrokî lîst. Weşaneke girîng kir ku têgihiştin, xeta rêxistinbûn û têkoşînê ya demekê diyar kir. Hemû wateyên di şexsê PKK’ê de şênber bûn di nava xwe de şênber kir. Ji ber vê yekê Serxwebûn ne tenê weşanek bû, ew nav, ziman û ruhê serdemekê bû.
Êdî rastiya gelê Kurd a ku her kes qebûl dike hatiye bidestxistin; lê belê ispatkirina hebûnê nayê wateya pêkhatina bi temamî ya jiyana azad. Belê, Kurd heye lê belê ev Kurd wê çawa bijî, nîşaneya hebûna wê di nava jiyanê e wê çawa be, wê çawa xwe birêxistin û ava bike? Ev pirsgirêk û kêmasî hîn jî dewam dikin. Yanî bi PKK’ê re bûye xwedî hebûnê, lê belê azadî hîn jî li benda pêkhatinê ye. Paradîgmaya li ser esasê dewleta sosyalîst ku PKK’ê hîmê xwe li ser wê danî bû, têrê nake ku bersivê bide van pirsgirêkan. Ev bingeha ku PKK’ê xwe dispart wê, yanî sosyalîzma netewe-dewletparêziyê bi hilweşînê re nîşan da ku rêgezeke sosyalîst a rast nîne. PKK a ku bi vê naverokê bi rê ket, bi berxwedana xwe ya mezin pirsgirêk raxist pêş çavan, pênase kir û çareyên rizgariyê danî holê. Lê belê bi paradîgmaya ku xwe dispêre reel-sosyalîzmê nekarî ji vê wêdetir biçe û pêwîstî bi guhertinê dît. Rola xwe ya di nava dîrokê de bi cih anî, temenê xwe tijî kir û ji bo destketiyên civakî yên li pêşiya me, şûna xwe ji rêbaza rêxistiniya komînal re hişt ku xwe dispêre paradîgmaya civaka demokratîk. Hem ji bo rastiya reel-sosyalîzmê ji holê bê rakirin, hem jî înkarkarî û qirkeriya li Kurdistanê bê tinekirin, ev yek pêwîstî ye.
Me ev rewş dît, paradîgmaya dewlet û desthilatdarîparêz guherand, bi afirandina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê re di nava PKK’ê de me pêşî li guherîna bingehîn vekir û bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a 27’ê Sibata 2025’an re me guncaw dît ku partiya xwedî bernameya reel-sosyalîst û stratejiya şerê rizgariya neteweyî ya li ser wê esasê bi dawî bikin. Kongreya 12’emîn a PKK’ê jî ku 5-7’ê Gulanê civiya, dawî li avaniya xwe ya rêxistinî anî û dema PKK’ê girt. Derbasbûna li qonaxeke nû ya dîrokê tê wateya destpêkeke nipînû. Li gel bername û teoriya reel-sosyalîst a netewe-dewletparêz û stratejiya şerê rizgariya neteweyî wê ji holê bê rakirin; li şûna wan jî wê teoriya modernîteya demokratîk, bernameya civaka demokatîk û stratejiya siyaseta demokratîk bi pêş bikeve.
KOMÎNAL JI BO BIBE ÇAVKANIYEKE KU RÊ RONÎ DIKE DEST BI WEŞANA XWE KIR
Karakterê stratejîk, bernameyî û teorîk ên serdema nû bi vî rengî ye. Paradîgmaya guherî û PKK a fesixkirî bidawîbûn nîne, nîşaneya destpêkeke nû ye. Ji ber vê pêwîstiya me bi dengekî nû heye ku destpêka nû pênase bike û bigihîne civakê. Lewma pêwîstî pê heye ku Serxwebûn a dengê PKK’ê di dîrokê de cihê xwe yê bi rûmet bigire û dengê destpêkeke bi vî rengî ya nû bê afirandin. ‘Komînal’ di encama vê pêwîstiyê de derket holê û ji bo bibe çavkaniyeke ku di wezîfeyên avakirina civakî de rê ronî dike, dest bi weşanê kir. Bêguman ev rewş gelekî bi wate ye û pêşketineke dîrokî ye.
Komînalî ku ji koka ‘kom’, ‘kombûnê’ tê, taybetmendiyeke esasî ya civakî ye. Ji ber ku civakîbûn û mirovbûn di zikhev de ava bûn, bi esasî rêgeza esasî ya mirovbûnê komînalbûn e, yanî xwe dispêre rêxistinkirina jiyaneke bi civaka jê ye. Mirovekî bi tenê nîne, mirovê ku ji aliyê fîzîkî bi tenê jî be, bi xwedîderketina li bîranîn û wateya civakîbûnê dikare rûmeta mirovbûnê biparêze. Lê belê paradîgmayên rizgariyê yên xwe dispêrin çîn û dewletê, bûn sedem ku nuqteyên bingehîn ên divê bi esasî bêne nirxandin bi têrkerî neyên dîtin. Gelek ramanger, zanyar û felsefevan ên ku hewl dan vê tengaviya ji ber sîstemê afirîne çareser bikin, ya di demên dawî yên temenê xwe de ev rastî fêhm kirin, yan jî bi gotinên şermok ev yek anîn ziman. Lê belê di nava her şert û mercî de pratîkên hatin kirin raxistin pêş çavan ku rev ji heqîqetê nabe û civakîbûn bi esasî rêxistinbûna li ser bingehên rast e.
Tê gotin ku yek ji fîlozofên mezin Bacon dema nexweş bû û di nava nivînan de bû gotiye ‘Eger ez vê nexweşiyê ji ser xwe biavêjim, ez ê ji niha û pê ve berê xwe bidim komunalîteyê’. Ev gotin eşkere dike bê ezeztî û jiyana parçebûyî mirovan çawa dixe nava tengaviyê, di piştevanî û civakîbûnê de wate tê bidestxistin. Bi heman rengî tê zanîn ku Lenîn jî di demên dawî yên jiyana xwe de kete nava lêgerînên berfireh ên ji bo jiholêrakirina dewletperestiyê, li ser şêweyên tevlîkar û hîn demokratîk a rêxistinbûyîna civakî fikirî ye. Ev hemû ji wan mînakan e ku mirovî hewl didin jinûve berê xwe bidin civakîbûnê, jiyana hevpar û nirxên komunal.
ISRARA LI SER KOMUNALÎTEYA DEMOKRATÎK JI HER DEMÊ BÊHTIR ISRARA LI SER MIROVBÛNÊ YE
Wezîfeya ku îro li pêşiya me ye, ev e: Hûnandina civaka demokrtîk, jinûve avakirina jiyana civakî li ser nirxên komunal û mezinkirina rêxistiniya xwe bi xwe ya gel! Li hemberî hêza tinekirinê ya metirsîdar a kapîtalîzmê ku pergala talan û diziyê ye, parastina civakê bi komunalîteyê pêwîstiyeke hebûnî ya serdema nû ye. Lewma israra li ser komunalîteya demokratîk ji her demê bêhtir israra li ser mirovbûnê ye. Komînal ku di demeke ewçend dîrokî de dest bi weşana dema nû kir, ragihand ku ew van wezîfeyan hildigire ser milê xwe û biryardariya xwe ya li ser bicihanîna van wezîfeyan jî bi navê xwe destnîşan kir. Ji ber vê weşana nû divê ne tenê weke karekî weşanê bê dîtin. Di heman demê de divê bibe dengê avakirina civakî, polîtîk, îdeolojîk a serdema nû û bibe hêza rênîşandanê.
Hewldana ji bo avakirina çarçoveyeke xurt a teorîk bêguman girîng e. Lê belê pêwîstiya serdema nû ew e ku giraniyê bide ser sernavên rêxistinbûna pratîkî û ji aliyê karên avakirina civakî ve bibe hêza rêvekirinê. Ji ber ku sedema nû wê bibe serdana pêngava komunalîteyê. Ev yek di heman demê de pêwîstiya tevlîbûn û hevparebûna li karên avakirinê ye ku bi feraseteke komunalîst bê meşandin. Tevlîbûna bi heman ruhî li kar tenê bi vî rengî dibe. Xeteke weşanê ya ku rêxistiniya xwe bi xwe ya gel, komun, meclîs, kooperatîf, rêxistiniyên jin û ciwanan û jinûve avakirina exlaqî û çandî ji xwe re dike esas, wê xwedî ruhê serdema nû be. Ji ber ku civaka demokratîk tenê bi têkiliyên rêxistinbûyî yên li nava jiyana rojane mezin û mayinde dibe. Lewma weşan, li gel kûrahiya teorîk di heman demê de divê tecrûbeyên rêxistinî yên pratîkî, rêbaz û rêyên wê yên derketinê bi xurtî binirxîne.
WEZÎFE Û BERPIRSYARIYÊN DÎROKÎ LI PÊŞIYA KOMÎNALÊ NE
Komînal di serdemeke dîrokî dest bi weşanê kir, lewma wezîfe û berpirsyariyên dîrokî li pêşiya wê ne. Eger hûn vê berpirsyariyê di asteke hêja de bi cih bînin, hûn ê ne tenê weşanekê bikin; di heman demê de hûn ê zemîneke xurt a têkoşîn û têgihiştinê bidin meşa komunalîte û civaka demokratîk a serdema nû.
Ez di wê baweriyê de me ku hûn bi vê têgihiştina berpirsyariyê bi rê ketine û ji xebatkarên Komînal re careke din serketinê dixwazim.
Komînal a ku li hemberî hemû êrişên sîstemê yên ji bo parçekirin, belavkirin, qedandina civak û mirovahiyê ya bi ezeztiyê bi gotina “Israra li ser sosyalîzmê israra li ser komunalîteyê ye” weke stêrkekê biriqî, li gelan, jinan, ciwanan û sosyalîstên demokratîk pîroz dikim!
ABDULLAH OCALAN



