
Bidawîkirina dosyeya koçberan yek ji bendên peymana 29’ê çileyê ye. Tevî vê yekê، heta niha hîn jî hezaran koçberên Serêkaniyê û Girê Spî di kampan de dijîn û di şert û mercên dijwar de berdewam in. Ew daxwaza zûtirîn bicihanîna vê bendê dikin û bang li aliyên têkildar dikin ku şertên vegera ewle û bi rûmet bo welatên wan peyda bikin.
Di rawestanê de protestogeran pankart hildan ku li ser wan ev peyv hatibûn nivîsandin: “Zarokên me di nav konan de mezin dibin û xewna mal û dibistanên xwe yên li Serêkaniyê dibînin”,”Salên koçberiyê temenê me dizîn, mafê me yê vegerê jê me negirin”, “Serêkaniyê ji bo xelkê wê ye” û “Em vegera ewle û bidawîkirina dosyeya koçberiyê dixwazin.”
Şêrîn Hiso da zanîn ku vegera bi ewle mafekî rewa ye û wiha anî ziman:”Em dixwazin vegerin male xwe , ev 7 sal di nava şert û mercên herî dijwar de li berxwe didn jib o ku em vegerin ware xwe . Îro her kes diçe Serêkaniyê lê em xwediyê erdêne em nikarin vegerin .”
‘Em vegerek bi ewle dixwazin ‘
Kezî Hiso , yek ji jinên koçber, di axaftina xwe de got: “Em ji bo daxwaza vegera ewle li vir civiyane. Em di kampan de gelek êş û zehmet kişandine,niha em tenê dixwazin li malên xwe bijîn. Em dev ji mafê xwe bernadin û heta ku vegerin welatê xwe têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Em nikarin vegerin,ji ber ku çekdarên dagirker malên me dagir kirine û bi kuştinê me tehdîd dikin.”
‘Ji bo vegera bi ewle kar û xebat tê kirin ‘
Di dawiya rawestanê de، Parêzgarê Hesekê Nûrdîn Ehmed derket nav protestogeran û guh da daxwaz û nêrînên wan. Wî diyar kir ku ji bo peydakirin şert û mercên vegera ewle dixebitin û armanca wan bidawîkirina dosyeya koçberiyê ye.




