GotarNûçeSlide

Nêzîkatiya kes û civakê ya li hemberî şehîdan divê tijî exlaq û wijdan be

Di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de, bi hezaran cangoriyên giranbiha û qedirbilind canê xwe bexşandin. Ev nîv sedsal bi têkoşîneke xurt hatiye derbaskirin û hîn jî kar û xebatên şoreşê berdewam dikin. Îro bi destkeftiyên pir mezin têkoşîna azadiyê gihiştiye qonaxeke dîrokî, bi kelecan û coşeke pir mezin ber bi serkeftinê ve diherike û dibe malê civakê. Li ser bingehê vê têkoşînê gelê Kurd û gelên Kurdistanî îro gihiştine asteke pêşengiyê ji şoreşa mirovahiyê û avakirina sosyalîzma demokratîk re dikin.

Ji bo afirandina van rojan bi deh hezaran keç û xortên, vî welatî yên herî egîd û jêhatî bêteredut canê xwe ji bo welat û gelê xwe feda kirin. Wan dilêr û dîlawerên Kurdistanê bi berxwedan û têkoşîna xwe ya bênimûne rastiya şehîdan afirandin û xeta serfiraziyê diyar kirin. Em şehadetê weke nirxa herî pîroz û qedirbilind a neteweyî di civaka Kurdistanê de didin îfadekirin. Ji destpêka têkoşîna azadiya Kurdistanê heya roja îro, pîvana şehadetê li ser bingehê serfirazî, canbexşî û hezkirina mezin a welat hatiye diyarkirin.

Ev pîvan ji aliyê kesekê yan jî kesekî ve nehatin diyarkirin; şehîdên nemir bi jiyan, vîn û fedakariyên xwe yên pir mezin bi xwe afirandin. Ji lewra di dîroka têkoşîna azadiyê de ti caran asta şehadetê nehatiye nîqaşkirin. Guftûgoyeke bi awayê, “Ka kî şehîd e, kî ne şehîd e’ nehatiye kirin û ji niha û pê ve jî dê neyê kirin. Ji ber şehîdan bi bexşandina canê xwe, bi îdîayên xwe yên serfiraziyê, bîreweriya xurt a jiyana azad, biryardariya avakirina welatekî azad pîvana şehadetê bi xwe danîn holê. Rastî evqasî zelal û sotîner e. Ji lewra di her bûyerê de teqez, divê ev pîvan esas werin girtin.

Ya herî girîng jî ew e, di dîroka Tevgera Azadiyê de, şehadetê weke nirxa herî pîroz a neteweyî wate xwe girt û hatiye jiyanîkirin. Her şehadet bû xelekeke zanîn û hişmendiyeke rast a civaka exlaqî û siyasî. Ji malbat, êl û herêmê derketin, bi serbilindî û bûn yên giştî welat. Ji vê jî wirdetir bi baweriya ji bîrdoziya Rêber Apo re sînorên Kurdistanê jî derbaskirin û bûn nirxên mirovahiya azad. Şehîdên nemir bi têkoşîn û berxwedana xwe bûn bingehê avabûna, hişmendiya neteweya demokratîk.

Tekez divê nêzîkatiyên ku nirxên pîroz ên civakê dikin amûrên siyasetê yan jî  nêzîkatiyên paşverû yên li hember şehîdan; teserûfên madiyetperestî, malbatperestî, êlperestî neyên qebûlkirin. Hewce ye li hemberî wan têkoşîn were kirin û herî zêde jî pêwîst e xizmên şehîdan têkoşîna vê bidin. Hemû şervan, milîtan, pêşeng û welatparêzên ber bi şehadetê ve meşiyan bang kirin ku divê şopdarên wan, rastiya şehadetê baş têbigihêjin û ji dil û can têkoşîn bikin. Rastfêmkirina armanc û xeyalên şehîdan jî ew e mirov bi wijdan tevgere wan di jiyana xwe de kêlî bi kêlî bide jiyîn.

Pêkanîna xeyal û armancên şehîdan ew e em bibin xwedî hewldanên ji bo serkeftinê. Heval, dayik, bav, bira, xwîşk û zarokên şehîdan teqez divê li gorî vê rastiyê nêzî şehîdan bibin, têkoşîn û keda xwe ji bo şoreşê hîn zêdetir bikin. Tekez divê ku malbatên şehîdan bi nêzîkatî û kiryarên xwe nebin sedem ku rastiya şehadetê bibe mijara nîqaşê. Pêwîst e şopdarên şehîdan wisa bijîn ku şehîdên nemir ji şopdariya wan şanaz bin. Her nêzîkatî û feraseta ku keysparêzî, malbatgerî û êlgeriyê li pîvana şehadetê ferz dike; divê bê zanîn ku neheqiyeke pir mezin di serî de li şehîdan dike.

Şehîd ji bo gelê Kurd her ew ronahî ye ku şewqa xwe dide hest, wijdan û fikrên azadîxwaz ji bo têkoşîn hîn xurtir bibe û bi serkeftinê tacîdar bibe. Ez careke din bi hurmet û minetdarî pêşeng û qehremanên xwe silav dikim. Ez ji were sozdar im ey pakrewanên Kurdistanê. Hûn ê timî ji bo me ew şêrejin, mêrxas, egîd, qehreman û zana bin. Tenê di bin ala we ya serkeftinê de wê gel şoreşa xwe bi serkeftinê tacîdar bike. Em jî weke hevrê û şervanên we soza xwe ji we re nû dikin. Em bejna xwe bi hurmet û minetdarî li beramberî têkoşîn û heybeta we ya bêhempa ditewînin.

Hevrêya Şehîdên Têkoşîna Rûmetê

Related Articles

Back to top button