NûçeSlide

jinên li Kobanê dest bi amadekirina sebzeyên hişk yê zivistanê kirin

Li Kobanê bi piştgiriya Kongra Star 6 jin di projeya "Vîna jin" de dest bi amadekirina hişkiyên zivistanê kirin.

Bi hatina demsala havinê re ku li herêmê wekî “vîna jin” tê naskirin, 6 jinên kedkar li bajarê Kobanê bi piştgirî û rêxistina Kongra Star di çarçoveya projeya “Vîna jin ” de hatin cem hev. Ev proje salane di vê demê de tê dest bi kar dike da ku berhemên xwarinê ji demsala havînê  qûtê zivistanê amade bike.

Jinên ku di projeyê de dixebitin, bi hezkirin û kedeke mezin dest bi çêkirina cureyên cûda yên qût kirine.
Di nav berhemên ku îsal amade dikin de ev Îsot,Bacanê sor,Xirtikyanjî Kundir,Bacanê reş,reçel, ji hemû cureyên sebze hişk dikin , ku malbatên li herêmê di zivistanê de pêdiviya wan pê tê pêşwazî kirin.Ev projeya ku ji aliyê Kongra Star ve tê piştgirîkirin, ne tenê çanda kevnar a herêmê zindî dihêle, lê di heman demê de derfetên kar ji bo jinan diafirîne û piştgiriyeke aborî ya girîng dide malbatên wan.

Related Articles

Back to top button