
NÛDEM ÇAXDAŞ
Di Kurdistanê de herdem du xet weke cêwiyan bi hev re jiyane û bûne weke dualîtiyekê. Lê mixabin ew dualîtî ne hevdû pêşxistine û berevajî wê her hevdû ji hêz xistine û ji neyaran re bûne; zemînê herî baş ku zeviyên xwe lê biçîne û welatê wan Kurdistan dagirkirî bimîne. Tê bîra min ku her carê bapîrk û dapîrkên me li ber me rûdiniştin û qala xiyaneta Kurdan dikirin û her pê re jî keser dikêşandin. Kêm be jî me dikarî em wan hîs bikin û em fam bikin bê ka çima heyanî roja niha weke netewe çima welatê me bindest e û em jî kole ne. Lê me digot ku qey qedera me ye ku em her bindest û hêsîr bin û me xeber û nifir li wan xayînên Kurdan dikirin. Lê me tenê xiyanet, di çend kesan de didît. Herî zêde jî qala Rêber li Dêrsimê, Yêzdan Şêr jî li Botanê, Qaso li Pîrana Amedê dihate kirin. Lê xiyaneta kevnar ku kûr bûye tê çi wateyê û çima gihaştiye ser pileyê. Hemû Kurdistanê me pir ji hevdû dernedixist û tene navê wan çend kesan di nava hişê me de dihate çandin, mejî û dilê me reş dikir ku hêvî û xeyalê me jî dikire weke serabê û çavê me tarî dikir.
Yên ku xwe dikirin serok û pêşengên Kurdan jî qet haya wan ji tevahî Kurdistanê nebûye û ji hestê xwe yê welatparêziyê û ji hisê xweparastinê yê xwezayî radibûn serhildan û îsyanan. Di encam de jî Kurd lawaz diketin û bi binkeftinê re rû bi rû diman. Me weke netewe 28 sarhildan kirin û hemû serhildanên me têkçûn. Ji ber wan têkçûnan jî serok dihatin bidervekirin, serhildan jî belav dibûn û gel jî rû bi rûyê komkujiyan dihatin, hew mabû ku navê Kurdistanê ji nexşeya Rojhilata Navîn were rakirin. Tevî ku welatekî xwedî rûberûyeke wiqasî fireh e û xwedî hejmareke ewqasî pir zêde ye jî, lê cardin jî her piştî rabûneke ser piyan û doza mafên xwe yên xwezayî kirin rû bi rûyê qirkirin û înkarê hatine û xaka wan jî hatiye dagirkirin û her jî di nava pençen qirkirina reş de hinas li wan hatibûye çikandin. Di dîroka dûr û nêzîk de gelek komkujî hatine serê gelê Kurd û hîna jî ger ku bindestê, dewletên dagirkerên li ser xaka Kurdistanê vebe wê cardin jî gelê Kurd di nava deryaya xwînê de vegevezînin û wê rehmê jî li wan nekin.
Me weke neteweya Kurd di dîroka xwe ya dûr de gelek êş û jan kişandin. Ewqase komkujiyên hatin serê Kurdan nehatiye serê tu gelan, lê cadin jî gelê me gelekî li ber xwe da û weke fîzîkî hebûna xwe dûmdar kir. Hate vê rojê teqez gerek were zanîn ku hebûna Kurdan tenê weke mirî ye, li ser lingan mabû û li benda rêberekî bû ku wan rizgar bikin.
Wekî tê zanîn di her perçeyekî Kurdistanê de çend partî hebûn û xwedî gelek navên teysîner bûn, ji partiya sosyalist, partiya komunîst, partiya demokrat, partiya yekitiya Kurd, rastgir, çepgir û komelgeh. Gelek partî, yekitî û komlegeh jî hebûn, lê tevî wê jî pirsgirêkên civaka Kurd her berdewam dikirin û wan hemû partî, yekitî û komikan jî nikarî derdê Kurdan derman bikin. Eger wan hebûnên fîzîkî yên pêşeng û partiyên Kurdan bikariya pirsgirêkên neteweyî yên Kurdan çarser bikrana teqez wê di salên 1973‘an de koma xwendevanên Kurd di nava ciyekî weke; bajarên mezin ên Tirkiye de û nexasim jî di nava zanîngehên wan ên taybet de bi pêşengtiya, Rêber Apo û çend şoreşgerên navdar derneketana.
Ew şoreşgerên weke Hakî, Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf, Elî, Ferhad, Sara û Salih Kendal û bi sedan pêşengê weke wan qehreman û şareza ku serdemek teysîner bi navê xwe xêzkirin û hebûna gelê Kurd îsbat kirin. Ew fikir û ramana wan a komî roj bi roj weke fîdanekê şîn bû heyanî ku bû weke dareke maziyan û şaxên xwe li çar perçên Kurdistanê û li derveyî welat belav kir. Rêber Apo di gotina xwe ya yekem de îşaret bi dagirkirina Kurdistanê kir û got: ‘‘Kurdistan bindest e‘‘ û ji kelecanan ji ser hişê xwe çû û ji wir de dest bi gera li nava herêma Kurdistana Bakur kir. Ji bajarê Serhedê dest pê kir heyanî paytexta Kurdistanê Amed, Mardîn û gelek bajarên din civîn çêkirin û di wan civînan de baweriya gel û endaman qezenc kirin. Gel ji wan bawer kir û li pey wan meşiyan weke ku bibêjin amîn. Gelê Kurd her weke ku di nava qebrekê de bû jî, lê cardin bi şoreşa Kurdistanê re çavê xwe li ser heqîqetê vekir û ji Rêber Apo û heval û hogirên wî bawer kirin û wiha dest bi meşa dîrokî hate kirin. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku her tişt da ber çavan, dest bi şoreşê kir, gel jî xwe li dora wî kom kir û jê hezkir, bawerî dayê ku wê wan ji wendahî û qirkirinê xelas bike.
Gelê Kurd li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê heyanî Kurdên li diyasporayê jî dest bi têkoşînê kir û her bi bîr û bawerî xwedî li şoreşa xwe derket. Gelê Kurd ê ku tîyê yekitî, hevgirtin, wekhevî û azadiyê bûye bi ruhekî neteweyî û fedekarî şoreşa Kurdistanê qebûl kir û ji dil û can xwe beşdar bû. Rêber Apo xwedî pêşbîniyên pir xurt bûye û dema dibiîne ku bêhna hukmê faşî yê 12 ê Eylûlê ku bi pêşengtiya faşîstê navdar Kenan Evren tê rewşa Tirkiye, herêma Rojhilata Navîn û cîhanê nirxand û ji bo ku têkoşîna şoreşê hîn xurtir berdewam bike. Berê xwe da perçeyê herî biçûk û aram ê Kurdistanê, di ser li Filîstînê dest bi derxistina komên hevalan ji bo qada Filîstînê kir û hevalên xwe li wir perwerde kir ji bo ku careke din hîn xurtir û xwedî ezmûn vegerin welat û têkoşîn bikin. Di salên 1982‘yan de jî hevalên pêşeng û qehreman dest bi berxwedana zindanan kiribûn. Bi nav û silogana ku pêşeng Mazlûm Dogan dest pê kiribû ‘‘Em ser didin lê sir nadin” û hevalan jî ew silogan berdewam kir û berxwedana zindanan gihaşt lutkeyê.
Rêber Apo ji şoreşa Kurdistanê re bû mîrateya berdewamkirina têkoşîna leşkerî û siyasî ku di heman pileyê de berdewam kir heyanî ku hate vê rojê. Rêber Apo her bi fedakarî, bîr û bawerî têkoşîn kir û militan û gel perwerde kirin û her hewil da ku wan hemûya weke xwe xurt bike û wan bîne pileya ku pêşengtiyê ji şoreşa gelê Kurd û mirovahiyê re bike. Hevalên destpêkê yên Rêber Apo hevalên bi koka xwe Tirk bûn û wan bi hev re sozda bû ku wê şoreşa Kurdistanê di heman deme de şoreşa Tirkiyeyê be jî û weke ku Rêber Apo gotiye: Wan hevalên Tirk ji min jî zêdetir ji bo şoreşê têkoşîn dikirin.
Şoreşa Kurdistanê ji destpêka xwe de şoreşeke enternasyola bû û li pey wan pêşeng û qehremanên weke Hakî, Kemal, Duran Kalkan, Harûn, Kazim, Çîgdem Dogu, Hêlîn û Çîgdem Gabar û bi dehan şoreşgerên Tirk ên ku ji xelasiya gelan bawer kirin, ava kirin. Li pey wan jî pêşengên weke Ezîz Ereb û Rojbîn Ereb û bi dehan enternasyonalên Ereb, Fars, Alman, Azerî, Îtalî her wiha gelek mirovên zana û fedakar berê xwe dane şoreşa Kurdistanê û canê xwe feda kirin. Ev hemû bi bîrdoziya neteweya demokratîk pêşket. Wan hevalan jî ev xisletên Rêber Apo keşif kiribûn û xwe li fikir û felsefeya wî girtibûn ji bo ku ew jî bibin perçeyek ji wê fikir û felsefeye.
Gelê Kurd jî di vê meşa şoreşê de fedakarî û welatparêziyeke pir xurt raber kir. Her bi wefadarî, kar û xebat kir û zarokên xwe jî feda kirin. Gelek mirovên me yên welatparêz li ser sînoran û li karê muraselê(Kurya) şehîd bûn û bûn pakrewan ji gel û xaka xwe re û hîna jî gelê me ji bo azadiya Rêber Apo û pêkanîna pêvajoya aşîtî û civaka demokratik têkoşîn dikin, hazir in ku ji bo serkeftina şoreşa Kurdistanê û ji bo aşîtiyeke mayndî canê xwe jî bidin. Ez bi Rêber, şehîd û gelê xwe gelekî serbilind im û ez îftîxar dikim ku ez bejim ez jin im û Kurdeke Kurdistanî me û ez ji Rojavayê Kurdistanê me û ez şagirta Rêber Apo me, nexasim jî ku ez ciwan im. Çi ji deste min were ez ê qet texsîr nekim ji bo Rêber, şehîd, gel, welat û mirovahiyê û mirov carekê dimire ne hezar car û ez jî soz didim ku ez ê heyanî hinasa xwe ya dawiyê têkoşîn bikim. Ji xwe ku azadî nebe wê mirin bi şereftir be ji her tiştî.



