NûçePerwerdeSlide

Perwerde şoreşeke kûr a zihniyetê ye ku civakê ber bi paşerojeke wekhev û azad ve dibe

Li akademiya şehîd Şîlan a bajarê Kobanê perwerdeya bîrdozî ya jinên pêşeng: "Em ê destkeftiyên xwe biparêzin û têkoşîna xwe mezin bikin tê bi rêvebirin.

Li Akademiya Şehîd Şîlan a bajarê Kobanê, xebatên perwerdeyê yên ji bo jinên ku di sazî û dezgehên curbecur ên tevgera jinan de cih digirin û gihîştine asta pêşengiyê, bi coş û daxwazeke mezin berdewam dikin.

Ev perwerdeya bîrdozî ku heyameke dest pê kiriye, bi waneyên dewlemend, bi taybetî di warê guhertina hişmendî û zihniyetê de, derfeteke mezin ava dike da ku jin xwe ji nû ve pênase bikin û ava bikin.Armanca bingehîn a vê perwerdeyê ew e ku jinên pêşeng karibin di asta civakî û birêvebirinê de rola xwe bi awayekî hîn aktîftir bileyzin. Di waneyan de, babetên wekî dîroka jinê, azadiya zihniyetê, hevjiyana azad û rêbazên têkoşîna li dijî pergala baviksalar tên nîqaşkirin. Jinên beşdar diyar dikin ku ev perwerde daxwaza wan a guhertinê xurttir dike û hişmendiya wan a polîtîk û civakî kûrtir dike.

kişandin ser dîroka têkoşîna jinê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) û destnîşan kirin ku di nava vê şoreşê de keda jinê bêhempa ye. Jinan tekez kir ku bi saya vê kedê û qurbanîdanên mezin, wan karîbû di her qada jiyanê de – ji parastinê heta siyasetê, ji aboriyê heta perwerdeyê – cihê xwe yê resen bigrin.Beşdaran bi bîr xist ku ev destkeftiyên bi nirx ên ku îro li herêmê hene, bi saya xwîna şehîdên pêşengên jin hatine avakirin. Ji ber vê yekê, wan soza dilsoziya bi şehîdan re nû kir û destnîşan kir ku ew ê tu carî rê nedin ku ev destkeftî werin paşguhkirin an jî windakirin
Şîlan careke din nîşan dide ku şoreşa jinê
ya li Kobanê ne tenê şoreşeke leşkerî an kargêrî ye, di heman demê de şoreşeke kûr a zihniyet û hişmendiyê ye ku civakê ber bi paşerojeke wekhev û azad ve dibe.

Related Articles

Back to top button