ÇalakîNûçeSlide

Xwepêşandana ji bo naskirina navê Kobanê di belgeyên fermî de hat li darxistin

Ciwanên Qamişloyê di çarçoveya çalakiyên kampanyaya gel a parastina "navê Kobanê" de xwepêşandanek li pêş Medîne Şebab a Qamişloyê li dar xist.

Bi organîzekirina ciwanên ji Qamişloyê û di çarçoveya kampanyaya parastina “navê Kobanê” di belgeyên fermî de, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de li kêleka ciwanan şêniyên bajêr jî amade bûn. 

Amadebûyan pankartên “Erê Kobanê”, “Kobanê nasname ye, Kobanê dilê Kurdistanê ye” û “Kobanê bajarê azadî û berxwedanê ye” hildan.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li cihê çalakiyê li ser navê ciwanan Elî Qamişlo axivî û got: “Êrişa li ser Kobanê û Rojava êrişa li ser nasnameya me ye, ziman û hebûna me hedef digire. Îro hikumeta demkî hewl dide bi rêya guhertina navê bajêr nasnameya hedef bigire.”

Elî da zanîn ku “Ji Qamişloyê heta bi Kobanê em piştgiriyê didin xelkê xwe. Kobanê nasname û dîroka me ye. Navê nayê guhertin. Ew bajarê azadî û sembola xeta jina azad e.”

Di dewama axaftina xwe de Elî Qamişloyê anî ziman ku “Kobanê di 2014ˊan de, li hember êrişên dagirkeriyê xwe îsbat kir.”

Di dawiyê de Elî destnîşan kir ku hewldanên ferzkirina navên dîtir nayên qebûlkirin û got: “Kobanê dê Kobanê bimîne, ji ber dîroka gelekî ye.”

Related Articles

Back to top button