Li Başûrê Kurdistanê semînerek li ser destkeftiyên jinan di şoreşa Rojava de hat li dar xistin
Nûneratiya Kongra Star li Başûr, bi hevkariya Platforma Jinên Kurdistanê, li Koyayê semînerek bi sernavê "Destkeftiyên jinan li Rojavayê û rola wan di yekîtiya neteweyî de" li dar xist, bi amadebûna hejmarek çalakvan û jinên eleqedar li darxist.

Şandeyek ji Meclisa Jinan a Nûneratiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Başûr,beşdarî semînera ku ji aliyê Kongra Star ve bi hevkariya Platforma Jinên Kurdistanê hatibû organîzekirin bûn. semîner li bajarokê Koyayê bi beşdariya çalakvan û jinên eleqedar hat lidarxistin.
Di semînerê de Nûnera Kongra Star Necma Elûş, Nûnera Platforma Jinên Kurdistanê Saza Ebdullah û Berpirsa Beşa Rêxistinan a Navenda Rêxistina (14) a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê – Şaxa Koyayê Rêjîn Samed Mihemed amade bûn. Wan bal kişandin ser ezmûna pêşeng a jinan li Rojavayê, rola wan di warên siyaset, rêveberî, rêxistinbûn û xebata civakî de, herwiha tevkariya wan di xurtkirina yekîtiya neteweyî û çespandina nirxên hevkarî û demokrasiyê di navbera pêkhateyên civakê de.
Beşdarvanan guhertinên ku jinan li Rojava de di salên borî de bi dest xistine nirxandin û tekez kirin ku beşdarbûna wan a çalak di biryardan û avakirina saziyan de, modelek pêşketî ya jinûve-bihêzkirina jinan û xurtkirina hebûna wan di warên siyasî û civakî de afirandiye.
Herwiha di semînerê de nîqaşên înteraktîf bi amadebûyan re hatin kirin. Di nîqaşan de behsa astengiyên sereke yên li pêşiya tevgera jinên kurd, rêyên xurtkirina hevkariyê di navbera rêxistin û saziyên jinan ên li parçeyên Kurdistanê de hatin kirin, da ku beşdarbûna jinan di jiyana giştî de berfireh bibe û rola wan di avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha azadî, wekhevî û dadmendiyê de pêş bikeve.
Di dawiya semînerê de beşdaran tekezî li ser giringiya berdewamiya xebata hevbeş di navbera tevger û rêxistinên jinan de kirin. Herwiha bal kişandin ser giringiya danûstandina ezmûnan ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî û bihêzkirina rola jinan wekî şirîkekî esasî di çespandina aştiya civakî de, herwiha ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk ku maf û beşdarbûna wekhev ji bo hemû pêkhateyên civakê misoger bike.




