Arşîv

Projeya bi çavdêriya jinan beşek ji pêwistiyên herêmê dabîn dike

Li navçeya Tirbespiyê, projeya çandiniyê ya bi çavdêriya jinan beşek ji pêwîstiya herêmê bi cih tîne. Di heman demê de derfetên kar ji jinan re peyda dike.

Di demekê de ku ambargo li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin û bilindbûna buhayê madeyan, berhemên herêmî û rêgeza xwetêrkirinê ya ji aliyê aborî ve armanca sereke ya rêveberiyê ye.

Projeya çandina sebzeyan a li navçeya Tirbespiyê ji projeyên girîng e ku di dirêjahiya salên borî de beşek ji pêdiviya herêmê bi cih tîne.

Projeya behsa mijarê di sala 2015‘an de ji aliyê Komîteya Aborî ya Jinan a navçeya Tirbespiyê ve hate damezirandin. Proje bi armanca xurtkirina aboriya jinan hate vekirin.

Di vê projeyê de gelek cûreyên zebzeyan hem di baxçeyên sergirtî de û hem jî di çandiniya kalasîk de têne çandin.

Projeya çandiniyê ji aliyê tîmek jinan ve ku ji fenî, karker û endazyaran pêk tê, tê birêvebirin. Di nava salên borî de projeyê derfetên kar ji gelek jinan re peyda kir.

Di hefteya borî de berhemên projeyê daxistin sûkên navçeya Tirbespiyê. Li gorî çavdêrên li ser projeyê, weke destpêkê berhem nêzî ton û nîvekê ji tevahî sebzeyên cihêreng mîna xiyar, firingî… ya rojekê derxist. Berhema rojane di dema gurbûna berhemdayînê de nêzî 6 tonan derdixe, ev rêje beşek ji pêdîviya herêmê dabîn dike û bi buhayê kêm tê firotin.

Endama rêveber a projeya çandina sebzeyan Ahîn Şikrî Husên diyar kir ku jin ji aliyên çavdêrî, karker, endazyariyê ve zeviyê bi rê ve dibin. Her wiha destnîşan kir ku xebata li zeviyê berdewam e, li gel wê jî tedbîrên girêdayî xweparstinê ji Koronavîrusê pêk tên.

Endazyara çavdêr a li ser projeyê Selam Heyder Îbrahîm da zanîn ku hin cureyên sebzeyan di malên plastîkî de mîna xiyar, firingî û dolme diçînin, her wiha hin cureyên dîtir mîna îsot, sîr û pîvazan li derveyî malên plastîkî diçînin.

Endazyar Selam anî ziman çavdêrên li ser projeyê madeyên hirmon û yên kîmyawî di çandiniyê de bi kar nayin.

Back to top button