Arşîv

Şoreşa 19’ê tirmehê li Qamişloyê hat pîrozkirin

Bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo, li lîstikgeha Heysem Kiço, bi kelecaneke mezin Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de gelek rêveberên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî amade bûn.Beriya destpêkirina pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê sekinîn, Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Omer axivî û wiha got:”Şoreşa 19’ê tirmehê encama têkoşîna 30 salî ye, ji aliyê Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan bû. 19’ê Tîrmehê bingeha xwe ji 14’ê Tîrmehê digire.”
Li ser navê Kongreya Star jî Nehle Mistefa şoreşa Rojava pîroz kir û wiha domand: “Di serî de em vê roja dîrokî li Rêber Apo û şehîdên şoreşê pîroz dikin. Şoreşa me şoreşa jinê ye, ji ber ji dîrokê heta roja me ya îro herdem desthilatdar dixwazin vîn û hebûna jinan bişkînin. Îro dagirker di êrîşan de yekem jinê hedef digire, lê em ê jî bi têkoşîna xwe hemû êrîşan vala derbixînin û ji bo azadiya xwe xebatan bidin meşandin. Wê şoreşa me her dem biherike û em ê di nava welatek azad e bijîn.”

Back to top button