Siyaset

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan piştevaniya jinan ji aliyê hiqûqî ve dike

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê di 1’ê Çileya 2020’an de hat avakirin, ev navnedeke qanûnî, sivîl û bê qezenc e, ku li ser piştevanî, xurtkirina jinan û piştevaniya wê ya wergirtina mafên xwe de bi rêya perwerde, lêkolîn û belgekirina sûcên li dijî wê dixebite.

Di navendê de komek ji hiqûqnas û çalakvanên parastina mafên jinan heye, navenda wê li Qamişloyê ye. Şaxên wê li hundir û derveyî Sûriyê heye. Ji desteya damezrîner, desteya rêveber, desteya giştî û nivîsgehan li gorî pêdiviyan pêk tê.

HEDEFÊN NAVENDÊ..

Hedefa navendê parastina teahî jinên ku di tundî, sûcên derhiqûqî û dermirovî re derbas dibin, her wiha li ser belavbûna çanda aştiyê û têkbirina tevahî şêweyên derfetgirtinê û cudabûnê li dijî jinan dixebite, her wiha li ser pêkanîna wekheviya rastîn di navbera her du zayendan de de kar dike ku bigihîne civakeke bi mafên jinan di azadî û wekehiyê de nas bike. Ew j bi rêya pêşxistina qanûnên girêdayî jinan û zarokan, pêşxistina çanda qanûnî ya jinan pêk tê.

Ji wê zêdetirî jî piştevanî û alîkariya qanûnî ya jinan dike, piştgiriya behre û pêkanînên wan di di jiyanê de dike ku asteniyan derbas bikin.

ERKÊN NAVENDÊ

Navend hin erkan digire ku jin xwe xurt bikin û nirxa xwe bizanibin, behreyên xwe geş bikin û bikaribin biryarên taybet bidin. Her wiha erka navendê zanebûna qanûnî ji jinan re ye û piştgiriya wê di wergirtina mafên qanûnî, siyasî, civakî û çandî de ye.

Her wiha lêkolîn û belgeyên sûcên û zêdegaviyên li dijî jinan bi rêya guhdarîkirina li qurbanî û şahidan pêk tê. Piştre radike aliyên taybet a parastina hiqûqên jinan û geşkirina wê. Her wiha bi tevahî rêxistin, yekitî û komeleyên piştgiriya jinan re ji herêmî û navneteweyî, têkildar e.

LIDARXISTINA DEWRE Û WERŞEYÊN XEBATA ZANEBÛNÊ

Navend dewre û werşeyên xebatê li dar dixe, ji wê zêdetir jî panelên taybet bi jinan di her demekê de li dar dixe, mîna rûniştinên suhbetê ji beşdaran re ku makanîzmeya xebta rola jinan, astengiyên li pêşberî wan di dema belgekirinê de binasin. Her wiha hevrûkirina qanûnî di navbera qanûna jinan a Rêveberiya Xweser û qanûnên rewşên takakesî li dewletên cîran de di gel aloziya Sûriyê de, ewlehiya derûnî, cudahiyên takakesî yên xurt li gel jinan, pêk tînin.

436 REWŞÊN QETILKIRIN, REVANDIN, TECAWÎZKIRIN Û BIRÎNDARIYÊ HATIN BELGEKIRIN

Navendê sûcên li dijî jinan û zarokan belge kirin, her wiha 90 rewşên qetilkirin di êrişên komên endamên rêxistina DAIŞ’ê de ya 25.06.2015’an li gundê Berxa Botan ku 30 km li başûrê Kobanê ye, 24 rewşên teqîna li Hola Senabil a şahiyan a Hesekê, hatin belgekirin.

Ji destpêka damezrandinê de, navendê 8 rewşên xwekuştinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 5 rewşên qetilkirinê bi ajoyê rûmetê belge kirin. Her wiha li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, mîna Serêkaniyê bi rêya çavkaniyên taybet 30 rewşên tecawîzkirinê, 49 rewşên qetilkirinê, 169 birîndarî hatin belgekirin. Her wiha li Efrînê jî 15 rewşên qetilkirinê, 40 rewşên revandinê, 2 girtin û 2 birîndarî hatin belgekirin.

Endama Desteya Damezrîner a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Qamişlo Beşîra Cemaledîn wiha got: “Beriya vekirina navendê, komîteya amadekar ji hiqûqnasû parêzeran hat avakirin. Ji 6 heta 8 mehan ji bo amadekirina vekirina navendê xebat kir.

Der barê makanîzmeya xebatê de Beşîra Cemaledîn wiha da zanîn: “Di dema bihîstina tu buyer an jî sûcekî de bi lez diçin cihê bûyerê û hevpeyvînan bi malbatên qurbanî û cîranan re datînin.”

Beşîra Cemaledîn wiha domand: “Me bi rêya tevnên civakî, rêxistin, daîre û meclisan xebata zanebûnyînê ji navendê re kir. Her wiha navend piştî agahiyan werdigire, belge dike û li ser asta herêm û navneteweyî belav dike. Di arşîva navendê de gelek dosyayên sûcên belgekirî ji rewşên qetilkirin xwekuştin, tundiya cinsî û sûcên ku dihêlin jin xwe bikujin, hene.”

Back to top button